Li Mexribê bi pêşnûmeya qanûnê re "Wekhevî" tê armanc kirin
Çalakvana mafên mirovan Amîna Al-Tobalî diyar kir ku eger pêşnûmeya qanûnê ya ji bo wekheviya zayendî hatiye amedekirin ji aliyê Hikûmeta Mexribê ve were qebûlkirin, dê ji bo tevgera jinan û mafên mirovan bibe destkeftiyeke girîng.
HANAN HARITE
Mexrib- Koalîsyona Al-Manasafah Daba pêşnûmeya qanûnê ya ji bo wekheviya zayendî amedekir, pêşkêşî Hikûmeta Mexribê û Serokê Meclîsa Nûneran kir. Çalakvana mafên mirovan û endama Koalîsyona Al-Manasafah Daba Amîna Al-Tobalî der barê pêşnûmeya qanûnê ya ku pêşkêş kirine de axivî.
'Divê di wateya rast de wekheviya jin û mêr bê misoger kirin’
Amîna Al-Tobalî da zanîn ku ger pêşnûmeya "Qanûna Çarçoveya Wekheviyê" ya ku amade kirine bê qebûlkirin, dê e ji bo tevgera jin û mafên mirovan a li Mexribê bibe destkeftiyeke girîng û wiha got:
"Hirgûliyan di bingehê xwe de ne. Di pêşnûmeyê de hemû qad û beşên ku divê wekheviya rastî ya jin û mêr pêk were, tên diyar kirin. Ji rayedarên pêwendîdar ên Mexribê re hat bi bîr xistin ku Destûra Bingehîn a sala 2011'an zêdetirî deh sal in di meriyetê de ye. Divê qanûn li gorî hûrguliyên ku bi taybetî xala 19’an ku tekez dike ku divê wekheviyê di jiyana sivîl, siyasî, aborî û civakî de bê misoger kirin be.”
'Hemû qad ji însiyatîfa mêran re hatiye hiştin'
Amîna Al-Tobalî destnîşan kir ku koalîsyonê mijara wekheviyê wek du beşan bi xebateke bi navê Pirtûka Spî pêşkêş kir û wiha got: “Ya yekem bi aliyên wê yên siyasî û sazî ve girêdayî ye, ya duyemîn jî têkildarî mijarên çandî, aborî, jîngehê û qadên civakî ye. Ew pirtûkek e ku balê dikişîne ser binpêkirina yasayan û nepêkanîna tiştên pêwîst dike. Astengiyên li pêşiya wekheviyê dikare di du hêmanên bingehîn de bên diyar kirin. Jin rastî newekheviya zayendî tên. Ji ber ku hemû qad ji însiyatîfa mêran re hatiye hiştin, hebûna jinê jî nayê qebûlkirin.”
'Civak bi şoreşê re veguherînên mezin derbas kir'
Amîne Al-Tobalî bi bîr xist ku bi pêvajoya şoreşê re hin guhertinên qanûnî hatin kirin û wiha aazaftina xwe wiha domand:
“Ger şoreş derneketiba dê zîhniyeta mêr hebûna jinên Mexribê li qadên giştî û taybet qebûl nekiriba. Di encama guhertina qanûnan de, di binesaziya bajêr de, di qadê perwerdehiyê de, di warê xebatên bajar û gundewar de pêşketin çêbûn. Hemû qad ji bo jin û mêran bûn qadên vekirî. Vê yek jî asta çandî ya civakê guhert. Civaka Mexrivê di asta civakî, çandî, aborî û jîngehê de guhertinên mezin derbas kir.”