Li Mexribê bi lêkolînek zêdebûna zewaca di temenê biçûk de eşkere bû
Li aliyê din, Wezîra Hevgirtin, Pêkvejiyana Civakî û Malbatê Awatef Hayar got ku ji bo çareserkirina pirsgirêka zewaca di temenê biçûk de pêwîstî bi helwesteke têkûz heye ku hemû aliyên girêdayî çareserkirin û sedemên wê digre nava xwe wekî aborî, civakî û çandî.
Mexrib- Lêkolîneke qadê ya der barê zewaca di temenê biçûk de li Mexribê nîşan da ku di vê mijarê de hejmareke mezin û rewşeke xeternak heye. Jixwe piraniya wan bi rêjeya ji sedî 53 sûdê ji xizmetên tenduristiyê wernegirtine, ji ber ku nikarin lêçûnên dermankirinê bi dest bixin.
Di lêkolîneke ku ji bo tesbîtkirina zewaca di temenê biçûk de li Mexribê ji hêla Dozgeriya Komarê ve hat kirin de, diyar bû ku hejmara zewaca di temenê biçûk de ku ji sala 2004’an vir ve her sal tên tomarkirin, asta pirsgirêkê nîşan dide. Bilindbûna zêde ya zewaca di temenê biçûk de dihêle ku qanûnên parastinê, saziyên ku ji bicihanîna wan berpirsyar in û hemû aktor bibin cihê berpirsyariyê.
Yên herî zêde pêşî li zewaca di temenê biçûk de vedikin derdorên xizan in
Lêkolîna ku hûrgiliyên wê hatin eşkerekirin, di hevpeyvîneke bi rojnameyê ku roja 29’ê Mijdarê li Marakeşê hat kirin, diyar kir ku rêjeyek mezin a destûran tenê xwe dispêre lêkolîna civakî. Bêyî ku serî li ezmûnê bide, bi rêjeya ji sedî 43,22, li gorî ji sedî 48,26 ku xwe tê de spart ezmûn û lêkolînên civakî. Lêkolîna qadê amaje bi wê yekê kir ku derdorên civakî yên tûşî lawaziyê dibin, herî zêde zemînê zewaca biçûkan çêdikin, ji bilî giraniya adet, kevneşopî û şîrovekirina xelet a olê ku ji sedemên sereke ne di bijartina zewaca di temenê biçûk de dimeşînin.
Lêkolînê nîşan da ku qelsiyek girîng di bikaranîna alîkariya civakî de di dadgehan de heye di aliyê lêkolînên civakî de li ser zewaca di temenê biçûk de ji ber ku ew dibînin di vî warî de perwerdeya wan heye ku wan jêhatî dike. Jixwe rêjeya lêkolînên ku ji aliyê wan ve hatine kirin ji sedî 12,24 derbas nebûye.
Her wiha lêkolînê qelsiyek girîng di daneyên amarî yên têkildarî rêjeya ezmûnên ku ji hêla psîkiyatrîstan ve hatine kirin de tomar kir, ji ber ku ew ji sedî 0,29 ê ezmûnên ku hatine qedandin derbas nebû.
Lêkolînê nîşan da ku rêjeya zewaca di temenê biçûk de salên dawî kêm bûye
Heman lêkolînê diyar kir ku piraniya pisporên bijîşk ên pejirandî ji bo destûrdana zewaca biçûkan ji hêla bijîşkên giştî ve hatine wergirtin, li gorî bijîşkên pispor. Jixwe rêjeya kategoriya yekem ji sedî 86,15 e, di heman demê de rêjeya kategoriya duyemîn ji sedî 13,56 e û tê zanîn ku ezmûna ji kesên di temenê biçûk de li ber zewacê tê xwestin, ji nêz ve bi pisporên zayîn û jinekolojiyê ve girêdayî ye.
Daxwaznameyên ku di sala 2019’an de bi mebesta redkirina zewaca bi biçûkan re hatine kirin ji sedî 58,4 tevahî daxwaznameyên ku di vê mijarê de hatine şandin pêk tê. Digel ku ev rêje di sala 2018’an de ji sedî 36 bû, di sala 2020’an de jî derket ji sedî 65 ji hemû daxwazkaran. Ev meyla erênî di serjimêriya giştî ya destûrên zewaca biçûk de jî hat xuyakirin ku di salên 2018, 2019, 2020’an de li gorî 2017’an kêmbûnek domdar hatiye dîtin.
Di lêkolînê de hat gotin ku ji sedî 82 ji kesên di temenê biçûk de zewicî ne di salên ewil ên zewacê de welidîne, bi îmkana ku ji carekê zêdetir zarok bînin û piraniya jinên temenbiçûk qet ji xizmetên tenduristiyê sûd wernegirtine, bi rêjeya ji sedî 53. Ji ber ku ew nikarin lêçûnên dermankirinê bidin.
Jinên di temenê biçûk de dizewicin ji derfetên tendirustiyê bêpar in
Her wiha derket holê ku ji sedî 37,26’ê jinên di temenê biçûk de bêyî çavdêriya bijîşk û pîrikan li malê welidîne. Ew bi riya qeyserî diwelidin ji ber ku pêşketina fizîkî ya wan temam nebûye. Li gorî heman çavkaniyê, piraniya zarokên zewicî bi rêjeya ji sedî 14, ji rewşên jiberçûyîna zarokan êşê dikşînin.
Li gorî stratejiyeke nû ku cihekî taybet dide malbatê ji ber ku ew ji bo pêşketina civakî ya berfireh û domdar, di hemû siyaset û bernameyan de ji bo wekheviyê tê terxankirin.
Civîn di çarçoveya hewldanên Serdozgeriya Giştî û astengkirina zewaca temenê biçûk e
Wê di dema vekirina xebatên civîna ragihandinê de ji bo pêşkêşkirina encamên lêkolîna tesbîta der barê zewaca birêxistinkirî ya biçûkan ku bi pêşengiya Serdozgeriya Komarê û hevkariya Sindoqa Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) bû axivî û got: "Malbat, weke hêmana bingehîn a civakê, ji bo pêşîlêgirtina metirsiyên civakî, dergehek e ji bo bidestxistina rewşa civakî û başkirina hedefê.”
Ev civîna ragihandinê di çarçoveya hewlên Serdozgeriya Komarê ya ji bo astengkirina zewaca biçûkan bi hevkariya UNICEF’ê û aktîfkirina stratejiya Dozgeriya Giştî ya ji bo zêdekirina parastina mafên jin û zarokan e û hevdem ligel têkoşîna li djî tundiya li ser jin û keçan roja 25’ê Mijdarê ku roja cîhanî ya têkoşîna li djî tundiya li ser jinan e.