Li Mexribê bangên bihêzkirina parastina hiqûqî zêde dibin
Di civîneke diyalogê de, der barê zêdebûna tundiya siyasî ya dîjîtal a li dijî namzetên jin li Mexribê de hişyarî hatin dayîn. Beşdarên civînê, bi armanca parastina namzetên jin a di dema kampanyayên hilbijartinê de, daxwaza pêşxistina mekanîzmayên hiqûqî
HENAN HERÊT
Mexrib – Komeleya Têkoşîna ji bo Wekhevî û Hemwelatiyê, îro bi armanca balkişandina ser zêdebûna tundiya siyasî ya dîjîtal a li dijî namzetên jin a di dema kampanyayên hilbijartinê de, civîneke diyalogê li dar xist. Hate destnîşankirin ku platformên dîjîtal bûne qadên sereke yên ragihandina siyasî, avakirina wêneyê giştî yê namzetan û danûstandina bi dengdêran re.
Lêkolîna ku di navbera 10 û 23 yê Îlonê de hate kirin, eşkere kir ku namzetên jin di dema kampanyaya hilbijartina parlamentoyê ya sala 2026'an de bûne hedefên dezenformasyonê, kampanyayên reşkirinê, axaftinên nefretê, gotinên biçûkxistinê yên li ser bingeha zayendê, binpêkirina nepenîtiyê, gefan û naverokên hatine manîpulê ne.
Lêkolînê, rewşa 42 namzetên jin ên ji herêmên cûda nirxand. Ev lêkolîn, bi beşdariya 21 çavdêran û rêxistinên cûda yên civaka sivîl hate meşandin û daneyên hatine bidestxistin ji aliyên yasayî, kalîteyî û hejmarî ve hatin analîzkirin.
Li gorî encamên ku ji 628 tomarên belgekirî hatine wergirtin, 481 bûyerên dezenformasyonê yên ku namzet hatin hedefgirtin hatin tespîtkirin. Di 436 bûyerên axaftinên nefretê an jî gotinên biçûkxistinê yên li ser bingeha zayendê hatin dîtin.
Di lêkolînê de 495 bûyerên parvekirina agahiyên nepiştrastkirî, 397 bûyerên nûçeyên derewîn an gotegot û 271 bûyerên binpêkirina nepenîtiyê hatin tomarkirin. Herwiha di lêkolînê de 64 bûyerên gefxwarin an jî tirsandinê, 25 bûyerên têkildarî wêne an jî vîdyoyên hatine manîpulê kirin û 23 bûyerên ku nîşanên bikaranîna amûrên hişê çêkirî hatin tespîtkirin.
Lêkolîn, tekez dike ku ev daneyan ne hewce ye ku bûyerên ji hev cuda û veqetandî nîşan bidin û da zanîn êrîşeke dîjîtal jî dikare gelek awayên hedefgirtinê hilbigre. Mînak 330 bûyerên ku kampanyayên reşkirinê û biçûkxistinê ya li ser bingeha zayendê bi hev re hatin jiyîn.
Li gorî van encaman, lêkolîn destnîşan dike ku nûvekirina Yasaya Organîk a hejmar 27.11’an a têkildarî hilbijartina endamên Meclîsa Nûneran, ji bo nîşandana veguherîna dîjîtal a pêvajoya hilbijartinê di nav rêziknameyên yasayî de gaveke girîng e Herwiha şiyana pergala yasayî û sazûmanî ya ji bo pênasekirin û diyarkirina yasayî ya awayên tevlihev ên tundiya siyasî ya dîjîtal û hêsankirina îsbatkirina bûyerên bi vî rengî jî astengiyeke girîng e.
‘Hedefgirtin bi pêşbaziya siyasî re sînordar namîne’
Seroka Komeleya Wekhevî û Hemwelatîbûnê Buşra Abdou, di civînê de axivî û diyar kir ku ev lêkolîn ji bo şopandina pirsgirêkên nû yên ku ji ber zêdebûna bikaranîna medyaya dîjîtal û platformên dîjîtal a di dema hilbijartinê de derketine holê, hatiye kirin.
Buşra Abdou, da zanîn ku wan rewş ne tenê bi tespîtkirina naveroka heqaretker, herwiha bi parastina dîmenên ekranê û belgeyên têkildar tomar kirine û tekez kir ku her bûyereke tomarkirî bi awayekî otomatîk nayê wateya sûc û divê berpirsiyariya yasayî û polenkirina wê ji aliyê rayedarên pêwendîdar ve bê diyarkirin.
Buşra Abdou, wiha axivî: “Hinek êrîşên dîjîtal ji pêşbaziya siyasî wêdetir diçin û jiyana taybet, malbatî û pîşeyî ya namzetên jin hedef digrin. Di hinek rewşan de namzetên jin ên xwedî astengî jî hatine hedefgirtin. Li şûna nêrînên wan ên siyasî, hedefgirtina zayend, jiyana taybet an jî astengiyên namzetan, pirsgirêkeke ku sînorên sînorên nîqaşên siyasî yên rewa derbas dike.