Li Mexmûrê xelatên 6’emîn pêşbirka Wêjeyê ya Denîz Firat hatin dayîn

Li Wargeha Mexmûrê, xelatên 6’emîn Pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Rojnameger Denîz Firat ku diyarî şoreşgerê Sara Hogir Riha, Bîşeng Brûsk û rojnameger Seyîd Evran hate kirin, hatin dayîn.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), ji bo bîranîna rojnamevan Denîz Firat a di 8’ê Tebaxa 2014’an de di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Mexmûrê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Azad (YXA) ve ji sala 2015’an vir ve pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat tê lidarxistin. Pêşbirka ku her sal dihat lidarxistin, bi biryara komîteya amadekar ji sala 2018’an ve her du sal carekê tê li dar xistin. Serlêdanên 6’emîn pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat a îsal diyarî cangoriyên têkoşîna azadiya Kurdistanê Sara Hogir Riha, Bîşeng Brûsk û rojnameger Seyît Evran hate kirin, di 11’ê Nisanê de dest pê kirîbû, 7’ê Tirmehê bi dawî bû.

Îro li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), xelatên 6’emîn Pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Rojnameger Denîz Firat hatin dayîn. Mêrasîma xelatdayinê, bi pêşengtiya Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) li salona konfaransê bi beşdariya şeniyên Mexmûrê û endamên saziyan hate li dar xistin. Merasîm xelatdayînê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê, Endamê Komîteya Amedekar a Pêşbirkê Medenî Îlhan, axivî û wiha got: “Pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Denîz Firat ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) ve ji sala 2015’an vir ve ji bo zindîkirin û jiyankirina Rojnameger Denîz Firat her du salan carek tê li dar xistin. Pêşbirkên bivî awayî ji bo zindîkirina biranîna şehîdên me xwedî girîngiyek mezin e. Şehîd Denîz Firat tevahî jiyana xwe ji bo eşkerekirina heqîqeta gelê Kurd feda kir û di vê oxirê de jiyana xwe ji dest da.”

Piştî axaftinê, sînevizyona ku ji bo Şoreşger Denîz Firat, Sara Hogir Riha, Bîşeng Brûsk û rojnameger Seyîd Evran hatibû amadekirin, hate temaşekirin.

Piştî temaşekirina sînevizyonê, kesên ku xelat girtin navên wan di bernameyê de hat eşkerekirin.

Navê kesên xelat girtîn û cihên jê tevlî bûyîn:

Kurdî/ Kurmancî – Çîrok

1’emîn; Ahmet Çelîk ‘Xezalê’- Mêrdîn-Qoser

2’emîn; Bedrî Asanir ‘Kevir’- Amed

3’emîn; Leyla Saraç ‘Karwanê Meytan’- Şirnex-Hezex

Kurdî / Kurmancî – Helbest

1’emîn; Ahmet Çelik ‘Ez Kîme’- Mêrdîn-Qoser

2’emîn; Leyla Saraç ‘helbest’ Şirnex-Hezex 

3’emîn; Rojîn Bayram ‘Ey Dîrok’- Mexmûr

Kurdî – Soranî / Helbest

1’emîn; Hawta Cabar ‘ غەیم ئەم ئەڤینەی تۆقوڵە’- Silêmanî-Dukan

2’emîn; Hawta Cabar ‘ مە وارێ یادگاری’ Silêmanî-Dukan

3’emîn; Siware Şaho هەڵبەستێک بۆ نەمرانی ڕێگای ئازادی'‘ -Şengal

Tirkî /Çîrok;

1’emîn; Murad Bakûr ‘Zilanın Rüyası’- Medya Haber Tv

2’emîn; Eylem Kahraman ‘Zirvede bir kartal gibi Öykü’- Dersîm-Niha Doseldurf

3’emîn; Salih Erol ‘İsmail'in vedası’- Batman - Sason

Zimanê Tirkî – Helbest

1’emîn; Rohat Banyan ‘Gizlenen Tarih’- Rojava

2’emîn; Leyla Têkoşîn ‘Yedi defa dilek diledim ay ışığında’- Wan

3’emîn; Mûrşit Sagrut ‘Gel Hayata’- Bidlis-Tatwan

Beşê Wênekêş;

1’emîn; Siware Şaho ‘Wêneyê Kalê dikene’-Şengal

2’emîn; Keder Tayboxa ‘Şînbûna gula zer (papatya) bi tenê’- Mexmûr

3’emîn; Hêlîn Avaşîn ‘Wêneyê Roj û vedana rojê li ser Avê’- Mexmûr

Piştî merasîma xelat dayînê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak axivî û got: “ Em 6’emîn Pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Rojnameger Denîz Firat li tevahî şehîdên xwe pîroz dikin. Em wekî gelê Kurd xwedî çand û zimanek dewlemend in. Divê em wek gelê Kurd xwedî çand û zimanê xwe derbikevin û zindî bikin. Em hewil didin beşdariya pêşbirkê her sala derbas dibe zêdetir bibe.Em spasiya hemû kesên ked û alîkarî dane pêşbirkê dikin.”

Di merasîmê de ji bo hemû beşdarvan û sazî, Ajans û TV’yên alîkarî û ked dayîn belgeya spasiyê hatê dayîn.

Merasîma xelatdayînê, bi dûrişmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.