Li Mexmûrê starta 8’ê Adarê hat dayîn
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dibin pêşengiya Meclisa Îştar de bi dirûşma ‘Bi Rihê Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ Em 8’ê Adarê Pîroz Dikin, Soza Bilindkirina Têkoşînê Didin’ starta çalakiyên 8’ê Adarê hat dayîn.

Mexmûr – Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) wek her sal îsal jî bi coşek mezin li benda pîrozkirina 8’ê Adarê ne. Di bin pêşengtiya Meclisa Îştar de hemu jinên wargehê ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê xebatan dimeşînin.
Îro jî xebatkarên jin ên di xebatên Meclisa Îştar de cih digrin, bi dirûşma ‘Bi Rihê Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ Em 8’ê Adarê Pîroz Dikin, Soza Bilindkirina Têkoşînê Didin’ starta çalakiyên 8’ê Adarê dan.
Starta çalakiyê li ber navenda Meclisa Îştar hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevahî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Diljîn Bulut ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Di destpêka daxuyaniyê de 8’ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin û wiha hat gotin: “Her çiqasî jin bi pergala li gor demê, li gor statûyê, li gor zîhniyeta baviksalarî bi hezaran salan hatibe çewisandin û bi tunebunê re rû bi rû hatibe hiştin jî, jinên ji çanda dayîka xwedawend mayîn li hemberî vê xeta zordar-koledar ya pergala baviksalarî, netew-dewlet û kapîtalîzmê tim bi xetekî zirav jî be têkoşîn kiriye û ti caran dest ji têkoşîna xwe bernedaye.
‘Jinan ti caran serî li hember desthilatdariyê netewand’
Di, di şerê cîhanê yê 1’emîn û 2’emîn de bi hezaran jin bûn amûrê şer û hatin qetilkirin, lê serî ne tewandin. Di Rojhilata Navîn de zindî zindî hatin binax kirin dîsa serî netewandin. Di qesran de di bazaran de bûn kole lê dîsa serî netewandin. Her roj her kêlî rastî êrişên derûnî hatin lê serî netewandin, di bin navê eşq û heskirinê de di mal û kolanan de ji aliyê yên ku herî nêzî wan wek bav, bira, heval û hevjînê xwe ve hatin qetilkirin lê serî netewandin. Ji aliyê netew-dewletan ve welatê wan hatin dagirkirin û hatin koçberkirin dîsa serî netewandin. Ji roja destpêkê heya roja me ya îro jinan tim li beramberî vê zilm û zordariyê li berxwe dan, li berxwe didin û yê li berxwe bidin jî.
‘Emê azadiya xwe bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin’
Em wek jinên wargeha penaberan a Mexmûrê carek din bi boneya 8’ê Adarê dibêjin qetilkirin û êrişa li hember jinekê armanca têkoşîna me ye, jinên ji aliyê dewletên mêrsalar ve bi cezayê darvekirinê armanca têkoşîna me ye. Bi felsafa ‘Jin Jiyan Azadî’, bi zanista Jineolojî, bi rêxistinkirina şerê gelê şoreşgerî de em ê parastina xwe xurt bikin û em ê azadiya xwe bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”
Çalakiyên bêne kirin wiha ne:
*2’ê mehê dinava wargehê de wê wargeh were xemlandin.
*3’ê mehê bi jinên Ereb yên derdor re hevdîtin û li ser girîngiya 8’ê Adarê nîqaş werin meşandin.
*4’ê mehê ji bo giştî jinan sînevîzyon û semîner dayîn.
*5’ê mehê semîner ji bo xwendekaran û şahî ji bo mamosteyan.
*6’ê mehê pêşbirka jinan ya xebatên dest û belavkirina belavokên pîrozbahiyê.
*7’ê mehê meşa girseyî.
*8’ê mehê şahiya giştî.
Piştî daxuyaniyê Endamên Tevgera Jinên Ciwan bi amûrên mûzîkê stran gotin.