Li Mexmûrê salvegera Şoreşa Rojava û Çalakiya Nobetê hatin pîrozkirin
Li wargeha penaberan a Mexmûrê bi boneya 3’emîn salvegera Çalakiya Nobetê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 14’emîn salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek hat dayîn.
Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), bi boneya 3’emîn salvegera Çalakiya Nobetê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 14’emîn salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek hat dayîn.
Daxuyaniyê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Elî Bilehî axivî.
‘Şoreşa Rojava bûye hêviya hemû gelên cîhanê’
Elî Bilehî bal kişand ser girîngiya Şoreşa Rojava û diyar kir ku ev şoreş ji bo tevahî gelên cîhanê bûye hêviya jiyana azad û wekhev. Elî Bilehî got: “Şoreşa Rojava bû sembola bi hev re jiyana gelan. Şoreşê bi têkoşîneke mezin dest pê kir û di vê oxirê de bi hezaran şehîd hatin dayîn. Şoreşa Rojava, bi pêşengiya jinan ruhê avakirina jiyana nû ye. Vê şoreşê hem li hemberî rejîma Baasê hem jî li dijî hêzên tarî û hegemonîk berxwedaneke mezin nîşan da û ew têk birin. Têkoşîna ku bi pêşengiya jinan hat meşandin, bû hêviya hemû jinên cîhanê. Ji bo vê yekê em Şoreşa Rojava ji dil û can pîroz dikin.”
Elî Bilehî destnîşan kir ku parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava, erkeke dîrokî yê gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz e.
‘Heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê li ser piyan bin’
Elî Bilehî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser Çalakiya Nobetê ya ku 3 sal in li wargehê tê meşandin û da zanîn ku ev çalakî daxwaza aştî û azadiyê ya gelan nîşan dide. Elî Bilehî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hikûmeta AKP’ê 44 mehan destûr neda tu hevdîtin bi Rêbertî re çêbibin û me tu agahî jê nedigirt. Li ser vê yekê, weke gelê Mexmûrê me biryara çalakiya nobetê da. Armanca me ya sereke, şikandina tecrîda girankirî û mîsogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Rast e, niha hinek hevdîtin çêdibin lê Rêbertî hê jî di bin şert û mercên giran ên girtîgehê de ye. Ji ber vê yekê, heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger nebe, em ê çalakiya xwe bi biryardarî bidomînin.”
Piştî daxuyaniyê sînevîzyona ku li ser salvegera 3’emîn a Çalakiya Nobetê hatibû amadekirin, hat nîşandan.