Li Mexmûrê roja zimanê dayikê hat pîrozkirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê xwendekar û mamosteyan Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi meşeke girseyî pîroz kirin.

Mexmûr-Xwendekar û mamosteyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi pêşengiya Qada Perwerdeyê ya Mexmûrê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê meşek li dar xistin. Meşa xwendekaran ji dibistana navîn a Şehîd Jiyan dest pê kir, heta Navenda Çand û Hunera Mexmûrê domiya. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Daxuyaniya xwendekaran ji aliyê xwendekara dibistana navîn Qeder Apaydin ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di demeke ku bi riya tunekirina zimanan, tunekirina netewan dihat armanckirin de, li hemberî tegeha mandêlker a Pakistane gelê Bangledeşî 21'e Sibata 1952’an tevgereke ziman dan destpêkirin. Girêdayî vê tevgerê xwendekarên tendirustiyê zankoya Dakka bi meşê dest bi serhildanê kirin. Polîsên Pakistanê gule li wan reşandin, hejmarek zêde kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes birîndar bûn. Gelê Bangladeşê dev ji zimanê xwe berneda, çalakiyên xwe xurtir kirin. Dewleta Pakistanê neçar kirin ku zimanê Bangalî weke zimanê fermî bipejirîne. Di berdewamiya vê berxwedanê de gelê Bangladeşê di sala 1971'ê de serxwebûna xwe ragihand û roja 21'e Sibatê weke roja şehîdên tevgera ziman ragihand û  her sal di vê rojê de şehîdên tevgera ziman bi bîr tînin.

Di sala 1998’an de Refîqul Îslamê Bengalî yê ku li Qenedayê dijiya, nameyek ji sekreterê NY’ê Kofî Annan re şand û xwest ev roj bibe roja ziman a cîhanî. Ev daxwaza wan 17’ê Sibatê 1999’an de ji aliyê UNESCO’yê ve hat pejirandin û 21'ê Sibatê bû roja zimanê cîhanê.

Ji bo em bikarin mandêlkirina li ser zimanê Kurdî bidin rawestandin divê gelê Bangledeşê ji xwe re bikin mînak û weke qada perwerdeyê ji xwe re bikin mînak, weke qada perwerdeyê çalakiyên xwe yên li hemberî dagirkeriya Tirk zêde bikin û ji bo gel bibin pêşeng.

Tê xwetin em di hemû qadên jiyanê de zimanê xwe biaxivin bê tirs li hemberî neyaran rabin û wan li mirovahiya wan vegerînin. Divê em bizanin ger em jî berxwedanek weke ya gelê Bangladeşê nekin zilma dagirkeran a li ser gelê me dê neyê rawestandin. Divê em bizanin ku di cîhanê de kesek ji bili me dostê me nîn e. Divê em bibin yek û xwe bihêz bikin. Parastina ziman, parastina çandê, parastina netew, parastina rûmetê ye. Tunebûna ziman tunebûna netewê ye.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana gelê me’, ‘Bê ziman jiyan nabe’ û ‘Bijî Rêber Apo’ bi dawî bû.