Li Mexmûrê meşa 8’ê Adarê

Rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja jinan a cîhanê li Mexmûrê bi çalakiyên cûr be cûr di dome. Di rêze çalakiyan de îro bi pêşengiya Meclîsa Îştar û Tevgera Jinên Ciwan de meşek hat lidarxistin. Bi sedan jin bi cil û bergên xwe yên Kurdî û bi lêdana erbaneyan heta parqa Şehîd Aryen Cûdî meşiyan.

Rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja jinan a  cîhanê li Mexmûrê bi çalakiyên cûr be cûr di dome. Di rêze çalakiyan de îro bi pêşengiya Meclîsa Îştar û Tevgera Jinên Ciwan de meşek hat lidarxistin. Bi sedan jin bi cil û bergên xwe yên Kurdî û bi lêdana erbaneyan heta parqa Şehîd Aryen Cûdî meşiyan.

Musil- Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Mexmûra ser bi bajarê Musilê ve çalakiyên cur be cur tên li darxistin. Di nava van rêzeçalekiyan de ji bo pirozkirina 8’ê Adarê îro di pêşengtiya Meclîsa Îştar û Tevgera Jinên Ciwan de meşek hat lidarxistin. Meşa şêniyên Mexmûrê, li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir heta parqa şehîd Aryen Cûdî dom kir.

Bi sedan şêniyên Mexmûrê di meşê de dirûşmeyên‘Jin Jiyan Azadî’ qêriyan. Di heman demê de pankartên ‘Dem dema azad kirina Rêber Apo ye’, ‘Mafê me ye, em pergala ku me dikuje hilweşînîn’, ‘8’Adarê, Roja Jinen Kedkarên Cîhanê li we pîroz be’ hatin hildan. Meşa jinan a bi cil û bergên gelerî yên reng û reng gihişt parka Şehîd Aryen Cudî. Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser giringiya rojê Endama Koordinasyona Meclîsa Îştar Pakistan Bilen axivî.

“8’ê Adarê rojêk bi nirx û dîrokiye”

Pakîstan Bilen bal kişand li ser giringiya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û wiha got: “Em wek jinên wargeha Mexmûrê  8’ ê Adarê destpêkê li Rêber Apo, berxwedanvanên çalakiya gireva birçibûne, şervanên azadiyê û li hemû gelê Kurd û tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Em divê baweriyê dene ku ev roj bibe roja serkeftin û azadiya gelê Kurdistan ê. Îro rojêk gelek giring bi nirx û dîrokiy e. Dema em temaşeyê vê rojê dikin di tevahî asta cîhanê de jina Kurd pêşengiya azadiya jinê kiriye û niha jî dike. Em wek jinên wargehê heya ku em  Rêbertiya  xwe bi awayek fîzikî azad bikin emê vê berxwedan û têkoşîna xwe bi domînin û  heya dawiyê emê li pey xiyalên şehîdên xwe biçin.”

Pîştî axaftinê girseyê li ber sitranan govend gerandin û bi gerandina govendê çalakî bi dawî bû.