Li Mexmûrê li dijî tecrîdê Nobeta Azadiyê hate destpêkirin

Li wargeha penaberan a Mexmurê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, bi dirûşmeya ‘Duh derbas bû, sibê dereng e, hema niha em ê tecrîtê bişkînin’ Nobeta Azadiyê destpê kir.

Mexmur - 24 sal e li girtîgeha Îmralê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda girankirî tê meşandin û ji 25’ê Adara 2021’an ve jê agahî nayên girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên “dîsîplînê” an tên astengkirin an jî bê bersiv tên hiştin. Derbarê tecrîta ku li Îmralî tê meşandin li seranserî Kurdistan û derve çalakî tên li darxistin û îro jî li Sazîya Malbatên Şehîdan ya wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşma ‘Duh derbas bû, sibê dereng e, hema niha em ê tecrîtê bişkînin’ dest bi çalakiya Nobeta Azadiyê kirin.

‘Heta em negihin armanca xwe wê çalakiyên me berdewam bike’

Beriya ku daxuyanî were dayîn deqeyek rêz hat girtin û daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Gurbet Îşlek ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em îro weke pêkhateya gelê Mexmûrê bi dirûşma; ‘Duh derbas bû, sibê dereng e, hema niha em ê tecrîtê bişkînin’ ji vir em ji bo raya giştî û hemû cîhanê didin diyarkirin ku yek, deqe, yek roj bê ku em bi Rêbertî re jiyan bikin em derbas nekin. Ji bo wê jî ji îro pêve weke gelê wargehê ji bo Rêber Apo em starta çalakiyan didin destpêkirin, ji ber Rêber Apo hebûn û vîna gelê Kurd e. Divê hemû gelê Kurd yên li hemû cîhanê ji bo azadkirina Rêber Apo destê xwe bidin destê hev û dest bi çalakiyan bikin. Rêber Apo xeta me ya sor e, ev 24 sal e Rêber Apo di bin tecrîdek girankirî de ye. Em weke gelê wargehê û gelê Kurd em vê yekê qebûl nakin, her roja ku diçe fikarên me yên der barê Rêber Apo de zêde dibin. Ji bo wê divê demildest parêzerên Rêber Apo û malbat hevditinê bi Rêber Apo re bikin û bi fizîkî Rêber Apo were azadkirin. Wek e gelê Kurd em ê vê tecrîdê bişkênin. Wê her roj çalakiyên me berdewam bike.”

Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmêyan bi dawî bû.