Li Mexmûrê komkujiya Parîsê bi meşekî girseyî hat şermezarkirin

Li Wargeha Penaberan a Şehît Rûstem Cûdî Mexmûrê komkujiya di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê li dijî pêşengên gelê Kurd hatî pêkanîn, bi meşekî girseyî hat şermezar kirin.

Mexmûr - Di 23’ê Kanûna 2022’an de li paytexta Fransa Parîsê li dijî pêşenga Endama Desteya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî) , hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman Kizil êrişek çekdarî hat pêkanîn û di encamê de jiyana xwe ji dest dan. Ev bûyer li seranserî cîhanê dengek veda û li herderê çalakî hatin pêkanîn. Salekê li ser buyerê re derbas dibe lê hîna jî kiryarên bûyerê ne hatine diyarkirin û darizandin. Ji bo wê gelê Kurd li herderê dinava çalakiyan de ne û ji bo pêkhatina edaletek rast dinava têkoşînê de ne.

Xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê jî ji bo pêkhatina edaletek rast û şermezarkirina komkujiyê meşekî girseyî li dar xistin. Meş bi kombûna gel û xwendekaran li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir û heya ber deriyê Netewên Yekbûyî berdewam kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bimre Îxanet’ hatin berzkirin. Piştî ku meş li ber deriyê NY bi dawî bû daxuyanî hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevayî giyanê cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Sultan Yildiztan axivî.

‘Ji bo gelê Kurd qetilkirinê rewa dibînin’

Sultan Yildiztan di destpêka axatina xwe de hemû cangoriyên qetlîama Parîsê bibîranî û wiha got: “Beriya 11 salan qetlîama ku li Parîsê rû dayî ku heya niha hesabek ne hat xwestin, qetlîama duyem bû ku hat plankirin. Qetlîama yekemîn de Heval Sara, Rojbîn û Ronahî ku pêşengên jina Kurd bûn hatin hedef girtin, hesabek ji dewleta Tirk a faşîst nehat xwestin ku em dibêjin qaşo Ewrupa cihê demokrasî û mafê mirovane. Ger ku îro ji bo gelê Kurd qetilkirinê rewa dibînin em wan şermezar dikin.”

‘Bi felsefeya Rêber Apo û şehîdên xwe em gav paşde nadin’

Sultan Yildiztan diyar kir ku bêdengiya li hemberî herdu qetlîamên li Parîsê nîşaneya hevkariyê ye û got: “Heval Evîn pêşenga jina Kurd bû, heval Mîr Perwer ciwanê çanda Kurd bû û heval Abdurrahman Kizil welatparêzek Kurd bû. Di nava dilê Ewropa de hatin şehîd xistin, ji ber wê dewleta Ewropa û hevkarên wan berpirsyarin. Li Silêmanî Nagîhan Akarsel, heval Hisên, li Hewlêrê heval Denîz û gelek cihên cuda li ser pêşengên me êriş didin meşandin. Dibêjin ger ku em pêşengên gelê Kurd ji holê rakin emê bikarin vîna gelê Kurd bişkînin. Lê tu caran bi sernakevin. Her ku diçe hêrsa gelê Kurd li beramberî îxanetkar û dewleta Tirk a dagirker zêde dibe. Îro bi felsefeya Rêber Apo û şehîdên xwe em gav paşde nadin û emê hertim li ser lingan bin.”

‘Emê bi rihê Evîn û Sarayan li berxwe bidin û xwedî li doza xwe derbikevin’

Sultan Yildiztan destnîşan kir ku li beramberî êrişên dewleta Tirk û hevkarên wî wek gelê Kurd berxwedana xwe mezin bikin û wiha got: “Wargeha penaberan a Mexmûrê wargeha berxwedan û şehîdan e. Ji ber wê em dibêjin heval Evîn pêşenga me bû, di şerê DAIŞ’ê de li Rojavayê Kurdistanê mirovatiyê ji DAIŞ xilas kir, lê mixabin di nava dilê Ewropa de nikarîn hevala me biparêzin. Heval Evîn şervanek azadiyê û pêşenga jina Kurd bû. Ji ber wê dewleta Tirk a faşîst tu caran nikare îradeya me bişkîne. Emê li ser lingan bin û vê dozê biserbixin. Ji ber ku em mafdarin. Dewletên Ewropa ji bo berjewendiyên xwe gelê Kurd kirine mijara bazarê. Ger ku ne gelê Kurd li wir hatiban qetilkirin wê heya niha kiryar darizandiban. Lê ji ber berjewendiyên xwe gelê Kurd dikin qurban. Lê gelê Kurd tu caran serî na tewîne û emê bi rihê Evîn, Sara û hemu hevalên ku canê xwe ji bo axa Kurdistanê kirine diyarî li berxwe bidin û xwedî li doza xwe derbikevin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.