Li Mexmûrê jin ji bo Jîna Emînî meşiyan

Jinên wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo piştgirîkirina serhildana Îran û Rojhilatê Kurdistanê meşeke girseyî lidar xistin û bi nîşandana kurte şanoyekê, kiryarên rejîma Îranê yên li dijî jinan şermezar kirin.

Mexmûr – Serhildanên ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên kaşo exlaqê yên rejîma Îranê ve rastî îşkenceyê hat û hat qetilkirin didomin. Li gel vê ji çar aliyên Kurdistan û cîhanê jinan rojane bi çalakiyan têkoşîna jinan a li Rojhilat û Îranê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” diherikin qadan û piştgiriyê didin xwepêşandanan. Jinên wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo piştgirî dayîna serhildana Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengtiya Meclîsa Îştar meşeke girseyî li darxistin û bi nîşandana kurte şanoyekê kiryar û êrişên rejîma Îranê yên li dijî jinan şermezar kirin.

Meş ji ber saziya Malbatên Şehîdan destpê kir û heyanî nûnertiya Yetewên Yekbûyî domiya. Jinan di meşê de wêneyên Jîna Emînî û jinên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin bilind kirin.

Piştî yek deqe rêzgirtinê li ser navê jinên Mexmûrê Mamosta Bêrîvan Demîr daxuyanî da. Berîvan Demîr di axaftina xwe de bal kişan serhildanên ku bi pêşengtiya jinan tê meşandin û destnîşan kir jin bi dirûşmeya “Jin, jiyan azadî” neqebûlkirina pergala mêr-dewletê bilêv dikin.

 “Sedem ne laçik e, pergala desthilatdar e”

Bêrîvan Demîr di axaftina xwe de desthilata rejîma Îranê şermezar kir û wiha got: “Îro li her derê cîhanê piştgirî ji bo Rojhilatê Kurdistanê tê kirin û jin li hemû cîhanê rabûne ser xwe. Niha sîstema desthilatdar êrîşî jinê dike, divê yê ku bixwaze xwedî li mafê xwe derbikeve û mafê xwe bi dest bixwe divê rabe ser piyan û helwesta xwe ya li hember dagirkriyê nîşan bide. Ji ber ger îro em bi xuşkên xwe yên Rojhilat re nebin yek, em ê her roj bên qetilkirin. Ji bo vê jî ger em îro nebin yek emê bên kuştin, sedem ne laçikek e, sedem sîstema ku îro li beramberî tê meşandin ya li ber çavan e. Dema ku azadiya jinan hebe wê civak azad bibe, sîstema desthilatdar dixweze jinê bê îrade bike û tune bike. Bi taybet em weke jinên Mexmûrê em bi deng û rengê xwe piştgiriya ew jinên ku li qadan li beramberî desthilatê helwesta xwe diyar dikin dikin û em li gel wan in, em bi wan re dimeşin û em çalakiyên wan pîroz dikin.”

Piştî daxuyaniyê kurteşanoya der barê jinên ku ji aliyê rejîma Îran û dewleta dagirker ya Tirk ve hatîn qetilkirin hat nîşandan û diruşmeyên ‘Jin, jiyan, azadî’, ‘Şehîd Namirin’ hatin berzkirin.    

“Qetilkirina Jîna Emînî êrişek li dijî tevahî jinan e”

Endama Koordinasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Gurbet İşlek ji ajansa me re axivî û bi silavkirina serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê wiha got: “Em hêz û destlihatdariya ku Jîna Emînî qetil kir şermezar dikin. Jîna Emînî pêşengek berxwedana ku li Rojhilata Kurdistanê tê meşandine. Gel êdî rejima ku bi navê Îslamiyetê tê meşandin qebûl nakin. Rojane bi navê Îslamiyetê gelek kesan bê sûc qetil dikin û îdam dikin. Van kiryarên xwe yên xirab li ser jin û ciwanên Kurd didin meşandin. Êrişa ku li dijî Jîna Emînî hat pêkanîn êrişek li dijî tevahî jinan e. Pêwiste em wek jinên Kurd, jinên ku rastî tundî û qetilkirine tên, hîs bikin û li dijî vê têbikoşîn.”