Li Mexmûrê jin bi cil û bergên xwe yên gelerî meşiyan

Li Wargeha Mexmûrê, rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja jinên Kedkar a cîhanê bi çalakiyên cur be cur didome. Îro bi pêşengiya Meclîsa Îştar meşek girseyî hat lidarxistin. Bi sedan jin bi cil û bergên xwe yên Kurdî û bi lêdana erbaneyan meşiyan.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji 1’ê Adarê vir ve di bin pêşengiya Meclîsa Îştar de rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja jinên Kedkar a Cîhanê cur be cur didome. Di çarçoveya rêzeçalakiyan de îro bi pêşengiya Meclîsa Îştar meşek girseyî hat lidarxistin.

Meş, li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir heta parqa 4’ê Nîsanê berdewam kir. Bi sedan şêniyên Mexmûrê di meşê de dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bijî Berxwedana Jina Kurd’ û ‘Bijî Serok Apo’ qêriyan û pankartên nivîsa ‘Bi Rihê Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ Em 8’ê Adarê Pîroz Dikin, Soza Bilindkirina Têkoşînê Didin’ û ‘8’Adarê, Roja Jinên Kedkarên Cîhanê Li We Pîroz Be’ hatin hildan. Piştî ku meş gihişt parqê, ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, li ser giringî û wateya rojê Hevberdevka Qada Perwerde Hêlîn Kara axivî.

‘8’ê Adarê helwesta jinan a li dijî desthilatdariyê ye’

Hêlîn Kara, di destpêkê de bal kişand li ser giringiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê û wiha axivî: “Em 8’ ê Adarê destpêkê li Rêber Apo, şervanên azadiyê, li hemû gelê Kurd û tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Jin, jiyan û xweza ji rastiya xwe hatiye qutkirin. Lê jin li dijî van berxwedan û têkoşînek mezin didin. 8’ê Adarê helwesta jinan a li dijî desthilatdariyê ye.”

‘Wê 8’ê Adarê bibe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo’

Hêlîn Kara, da zanîn wê 8’ê Adara îsal ji hemu salan cudatir be û got: “Ji bo tevahî jinan ya rast fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Emê bi peyama Rêber Apo ya ji bo jinan, 8’ê Adara îsal pir cuda pîroz bikin. Em deyndarê Rêber Apo ne. 8’ê Adarê tolhildana jinan a li dijî destlihatdarên ku jinan tune dihesibînine ye. Wê 8’ê Adarê bibe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”

Piştî axaftinê, girseyê li ber stranan govend gerandin.

Meş bi dirûşmeyên ‘Jin,Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.