Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi koma 83’emîn didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja xwe ya 421’emîn de bi dewirgirtina koma 83’emîn didome.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 421’emîn de bi dewirgirtina koma 83'emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 82’emîn Sarya Marînos axivî.

Yekane armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Sarya Marînos, di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Wek tê zanîn zêdetirê saleke Çalakiya Nobetê ya me li Wargehê destpêkir, didome. Yekane armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Heta Rêbertî ya me azad nebe, wê çalakî û têkoşîna me bidome. Divê tevahî gel bibe yek û çalakiyên xwe xurtir bikin.”

‘Divê em li dijî êrîşên dewleta Tirk têkoşîna xwe xurtir bikin’

Sarya Marînos, li dijî dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk banga têkoşînê kir û wiha got: “Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd didomîne. Divê em li dijî êrîşên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK'ê û hikûmeta Iraqê li ser xwe têkoşîna xurtir bikin. Em bang li hemû Kurdan dikin ku ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşîn."

Merasîm bi dewirgirtina koma 83’emîn û bi dirûşmeyan dawî bû.