Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi koma 80’emîn didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, di roja xwe ya 406’emîn de bi dewirgirtina koma 80’emîn didome.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 406’emîn de bi dewirgirtina koma 80'emîn bi biryardariyek xurt didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê, çalakî ji aliyê koma 80’emîn ve hate dewirgirtin.

Merasîm bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ dawî bû.