Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi koma 76’emîn didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja xwe ya 386’emîn de bi dewirgirtina koma 76’emîn berdewam dike.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 385’emîn de bi dewirgirtina koma 76'emîn berdewam dike. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 75’emîn Dilşîn Kara daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

”Li van axên bi bereket ku îro şer û qirkirin li ser tê sepandin, em her hebûn û me li ber xwe da. Rûxmî tevahî erîş û qirkirinan, me sed sal û hezar sal borandin û em gihiştin heta îro. Em îro jî hene û ji bo jiyaneke birûmet li berxwe didin. Heta azadiyê ji emê li berxwe bidin û hebûna xwe biparêzin.

 

Bi çandin û berhevkirinê me dest bi gavên destpêkê ya jiyana xwe kir, lewma çanda gelê Kurd li van axên bi bereket kokên xwe belav kiriye. Coşa komkirina berhemên destpêkê bû dengê tilîliyên dayikên me. Vê coşê me li hev civand, hevgirtin û hevparbûna me li ber awazên zêrîn bû govenda me. Gotinên me ji zimanê çiyayî bû û li ber awazên xûşîna Dîcle û Firat me li yek tê gihand. Me destê hev girt, mil da hev, bi hev re bûn yek û govendên mezin gerand.

 

Em ev gelê xwedî vî ziman û çandî ne... Em ev jinên ku dayikên vî ziman û çandî ne... Berhemên me keda me ne, ji keda me ditirsin, lewma ewqasî êrîşê ser çand û zimanê me dikin. Bi sedsalane me qir dikin, me dibirin lê em li ser kokên xwe her şîn û geş in.

‘Parazvanê hebûn û berdewamiya kokên me Rêber APO ye’

Çanda me pêşengiya rizgarî û azadiya mirovahiyê dike. Parazvanê hebûn û berdewamiya kokên me Rêber Apo ye. Mirovahiya tevahî cîhanê, heta tevahî hêzên faşîst û dagirker ên sedsalê jî nikarin vê heqîqetê înkar bikin. Rêberê me di zindaneke takekesî de ev 26 sale li berxwedide. Ji dîroka 7’ê Tebax 2019’an vir ve bi parêzvanên xwe re ti hevdîtin nekirye û bûye 5 sal, ji vi mafê xwe yê hiquqî bê par maye. Di heman demê de piştî telefona bi malbatê re, ev 41 mehin tu agahiya me jê tine ye. Erişên li zindana Îmraliyê, siyaseta pergala qirkirina li ser hebûn û çanda gelê Kurd e. Teslimkarî û bazariyek qirej li ser welat, xweza, gel û Rêberê me tê sepandin. Tevî ku li greva Îmraliyê, di nava çar dîwarên çend metrî de bi tenê ye, mafên herî asayî yên gìrtibûnê jî jê re nayên dayîn û şertên mirinê li ser tê meşandin jî Rêberê me li berxwe dide. Weke gelê Rêber Apo em jî li berxwedidin û emê li berxwebidin. Ji ber çanda me bûye berxwedan.

'Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Bi teqîna fişeka yekemîn dengê çanda gelê qedîm xurttir û geştir bû. Çirûska namluya qileşê çarenûsa reş çirand. Sergovend Egit destmala kesk û sor û zer hejand. Egîdî bû destan, nav û nasname ji bo mirovahiyê. Van rojan em ber bi 40’emîn Salvegera 15'ê Tebaxê ve diçin, bi rihê fermandarê nemir Mahsum Korkmaz û Egîdên serdemê em peşwaziya demê dikin. Êdî dem dema refên xwe zelalkirinê ye. Du rê hene. Yek dagirkeriya faşizma AKP û MHP’ê, li gel xiyaneta Mala Barzanî, yek jî xeta Egîdan û Rêber APO ye. Êdî di navberê de tu rêyeke din tine ye. Yan berxwedan an jî dijminatiya vê çand û zimanê qedîm. Yên di refên dijmin de nikarin behsa çand û zimanê Kurdî bikin.

Dengê tíliliyên jinên gerîla, bi dirûşmeyên Bijî Serok APO tevlî dengê fişekên berxwedanê dibin. Ma kijan dil û mêjî nikare vî dengî bi bihîze? Gel û mirovahiya azadîxwaz vê di bihîzîn. Lê, CPT, Konseya Ewrûpa, Dadgeha Mafên Mirovan ê Ewrûpa, Komara Tirkiye û PDK bi zanebûn guh û çavên xwe girtine, di înkarê de israr dikin. Ji bo çareseriya şerê cîhanê yê seyemîn ti rêyeke din nîne. Derveyî paradigma û pergala Netewa Demokratik a Rêber APO ti bangeke din a aramî û azadiyê tine ye. Ev deng dengê çand û zimanê qedîm e, ev rêk rêka Heval Egîdê pêşengê 15'ê Tebaxê ye. Mafê hebûn û jiyana azad encax bi berxwedanê tê bi destxistin. Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye.

‘Emê bi berxwedanê bigihîjin azadiya fîzîka ya Rêberê xwe’

Em jî wek koma 75’emîn ya çalekiya nobeta ji bo Rêbertî, azadiya fîzîkî ya Rêber APO wekî erka xwe ya sereke û jiyanî dibînin. Em weke jin û gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cudî tu carî rê nadin ku faşizm bi gihėje armancên xwe yên erzan. Weke jin û gelê Mexmûrê me li ber xwe da, em li ber xwe didin û emê berxwebidin. Em di bêjin ewlehiya jiyana Rêber PO ewlehiya jin, civak û hemû mirovahiyê ye. Bi berxwadanê emê bi gihijin azadiya fîzîka ya Rêberê xwe û azadiya hemû mirovahiyê.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 76’emîn û bi dirûşmeyan dawî bû.