Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi koma 73'emîn didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, ev saleke bi biryardariyek xurt didome. Çalakî bi dewirgirtina koma 73’emîn berdewam dike.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, salek li pey xwe hişt. Çalakî bi dewirgirtina koma 73'emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 72’emîn Hewar Gabar axivî.

‘Em ê bi berxwedana xwe pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê bişkînin’

Hewar Gabar, di destpêka axaftina qedexeya hevdîtina li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Ev nêzî 4 salin bi tu awayî agahî jî Rêber Apo nayê girtin. Têvî ku agahî nayê girtin, dewleta Tirk bi hinceta ‘dispilînê’ hevdîtîna parêzer û malbatê qedexe dike. Em ê bi berxwedana xwe pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misogerbikin.”  

Hewar Gabar, di berdewamiya axaftina xwe de balkişan dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û wiha axivî: “Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê dagirkarî û êrîşek mezin dide meşandin. Armanca dewleta Tirk û PDK’ê tûnekirina gelê Kurd e. Lê em wek gelê Kurd bi fikir û felsefa Rêber Apo têbikoşîn û serbikevin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 73’emîn û dirûşmeyan dawî bû.