Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi biryardariyek mezin didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja xwe ya 482’emîn de bi dewirgirtina koma 95’emîn didome.

Mexmûr- Çalakiya Nobetê a ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 482’emîn de bi dewirgirtina koma 95’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 94’emîn Nazdar Sîdar axivî.

Nazdar Sîdar, di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: ‘Ev 26 sal in Rêber Apo di bin tecrîdek girankirî de li girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin. Di van salên dawî de jî, di bin navê ‘cezayê disiplînê’ de tecrîda heyî hîn zêdetir hatiye girankirin. Ji bo hilweşandina pergala Îmraliyê, bi pêşengtiya gelê Kurd pêngava "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" hate destpêkirin. Em wek ciwan û gelê Wargeha Mexmûrê heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin û xwedî li fikir û felsefeya Rêber Apo derbikevin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 95’an û dirûşmeyan dawî bû.