Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi biryardariyek mezin didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja xwe ya 457'emîn de bi dewirgirtina koma 90’emîn didome.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê ya ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 457’emîn de bi dewirgirtina koma 90'emîn didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 89'emîn Evîn Ehmed axivî.

Evîn Ehmed, di destpêkê de komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Em ê heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyên xwe bidomînin. Em bexwedana dayikên li ser deriyê girtîgehan slav dikin û piştgirî didin. Em bi hêvîne ku di demek kurt de agahî ji Rêber Apo bigrin. Bêdengî rûreşî ye. Em bang li hemû cîhanê dikin ku xwedî li Rêbertî derbikevin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

Koma 90’emîn a çalakiya Nobetê ji aliyê xwendekarên wargeha Mexmûrê ve hate dewirgirtin. Beriya ku çalakî were dewirgirtin daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê xwendekar Roj Yildiztan ve hate xwendin.

Daxuyaniya xwendekaran wiha ye:

“Di encama destpêkirina komploya 9’ê Cotmeha 1998’an de, Rêber Apo di 15’ê Sibata 1999’an de dîl hate girtin. Hemû cîhan şahiya vê tirajêdiya giran ya dîrokî kir. Be guman armanca về komployê ji holê rakirina Rêber Apo bû. Ji ber hemû hêzên hegemon li hêza fikir û felsefeya Rêbêr Apo ya azadiyê têgihîştin. Bi awayekî zelal bandora Rêber Apo ya li ser jin, ciwan û gelê Kurd dike dîtin û tenê ev bandor bi gelê kurd re sînordar nema, Rêber Apo karî bandor li ser gel û civakên Rojhilata Navîn jî bike. Ji bo bandora Rêber Apo li ser gelên cîhanê çênebe, komploya 9’ê Cotmehê hate destpêkirin. Ev bû 26 sal in ku ev komplo bi hemû dijwariya pergala îşkence û tecrîdê ya giran berdewam dike. Em ketin sala 27’emîn a vê komployê. Lê di pêvajoya 26 salan de di serî de Rêber Apo bi hêza mirovê azad li beramberî hemû dijwariya pergala îşkence û tecrîda giran berxwedaneke destanî nîşan da. Bi sekna xwe ya tekoşînê diyar kir ku hêzên desthilatdar çiqas barbar in, israra di tekoşîna azadiyê de dikare hemû pîlanên komplogeran vala derbixe.

‘Berxwedan û tekoşîna Rêber Apo komplo vala derxist’

Ev berxwedan û sekna tekoşînê ya Rêber Apo ji aliyekî ve komplo vala derxistiye. Ji aliyekî din ve jî ne tenê li hemberî hêzên desthilatdar û komploger derketine, ya esas jî ew e ku bi hêza xwe ya paradîgmasal bûyîna hêza alternatife. Îro tevayî mirovahî bi ronahiya paradîgmaya Rêber Apo ya civaka exlaqî û polîtîk, azadîxwaziya jin û civaka ekolojik li rastî û heqîqeta xwe serwext dibe. Ji ber vê Rêber Apo wek Rêberê rûmeta mirovahiyê parastiye dipejirîne û ji bo azadiya Rêber Apo di nava çalakiyê de ye. Ya ku hêzên desthilatdar û komploger bêçare dike û di qeherîne ev rastiye. Hêzên desthilatdar û komploger ji ber bê çaremayîna xwe bi qasî di dîrokê de neyê dîtin Rêber Apo 24 sal in bi pergalake îşkence û tecrîda giran re rû bi rû dihêle û ji mafê hêviyê jî bê par dihêle.

‘Daxwaza me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Ji ber vê em wek ciwan, jin û gelê Wargeha Mexmûrê ji hemû zagon û mafên mirovî yên navnetewî jî guman dikin. Em wek xwendekarên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi fikir û ramanên Rêber Apo li rastiya xwe jî heman demê li rastiya wî jî serwext dibin. Ji ber vê  em nabêjin tenê hevdîtina parêzeran pêk were, em li pey daxwaza azadiya fizikî ya Rêber Apo ne. Em dibêjin ev dem ew deme ku Rêber Apo bi civaka ku bi xwe afîrandiye re û xwestiye pê re jiyan bike bi awayekî fîzîkî bê gel hev. Heya ku ev daxwaza me pêk neyê emê tekoşîna xwe bilindtir bikin.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ dawî bû.