Li Mexmûrê belavokên 8’ê Adarê hat belavkirin
Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan Şehît Rûstem Cûdî (Mexmûr) di çarçoveya rêze çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li kolanên Mexmûrê belavokên belav kirin û ji bo meşa sibe bang li tevayî jinan kirin.
Mexmûr- Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan Şehît Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşemeya ‘Bi qêrîna Jin Jiyan Azadî dihûnin tevna jiyanê’ dabû destpêkirin. Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan Şehît Rûstem Cûdî (Mexmûr) di çarçoveya rêze çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li kolanên Mexmûrê belavok belav kir. Jinên wargeha Mexmur li Wexfa Jinên Wargehê kombun, bi hilgirtina belavokên 8’ê Adarê li kolanên Mexmûrê dest bi belavkirina belavokan kirin.
Jinan tevayî gel û jinên wargehê vexwend meşa ku sibe di çarçoveya rêze çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de tê li darxistin.