Li Mexmûrê amadekariyên 9’emîn Mîhrîcana Şehîd Bêrîtan didomin

Endama Komîteya Amedekar a 9’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan Helena Babat, diyar kir ku mîhrîcana Bêrîtan Hêvî li wargeha Mexmûrê weke çandek tê lidarxistin û banga beşdarbûna mîhrîcanê kir.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji sala 2005’an vir ve bi pêşengiya Meclisa Îştar, Weqfa Jinên Mexmûrê û Stêra Zêrîn ji bo bibîranîna Şoreşger Bêrîtan Hêvî bi nasnav Gulnaz Karataş a di sala 1992’an de di êrişên dewleta Tirk û PDK’ê de li dijî îxanetê xeta berxwedanê hilbijart û xwe ji zinar avêtibû, Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan li dar dixin. Mîhrîcan heta sala 2017’an du salan carekî dihat lidarxistin lê ji sala 2017’an vir ve ji ber êrîş, dorpeç û rêgiriya dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê nedihat lidarxistin. Mîhrîcan herî dawî di sala 2022’an de hat lidarxistin.

Wê îsal jî di 24-25’ê Cotmehê de 9’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bê lidarxistin. Mîhrîcana ku di bin pêşengiya Meclisa Îştar, Weqfa Jinên Mexmûrê û Stêra Zêrîn de tê lidarxistin, wê 2 rojan bidome. Di roja yekemîn a mîhrîcanê de pêşangeha berhemên dest ên kurdewarî, temaşekirina sînevîzyona têkildarî jiyan û têkoşîna şoreşger Bêrîtan Hêvî û di roja duyemîn de jî pêşandana xwarinên gelêrî û şahiyekî girseyî bê li dar xistin.

Yek ji endamên Komîteya Amedekar a 9’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan Helena Babat, têkildarî amadekariyên mîhrîcanê ji ajansa me re axivî.

‘Em jin ji çalakiya şehîd Bêrîtan hêzê digrin’

Endama Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan Helena Babat, di destpêka axaftina xwe de 32’emîn salvegera şehadeta şoreşger Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi bîr anî û wiha axivî: “Em weke ciwan û jinên ciwan dixwazin xeta berxwedanê ya şehîd Bêrîtan ji bo gelê Kurd hişt û xeta azadiyê ya ji bo jin û jinên ciwan hiştiye, bidin domandin. Çalakiya ku şehîd Bêrîtan pêk anî, çalakiya xeta azadî û xeta rizgariya Kurd e. Em jin ji çalakiya şehîd Bêrîtan hêzê digrin. Em ê bi hêz û îradeya ji çalakiya şehîd Bêrîtan digrin, di xeta wê de bimeşin.”

‘Mihrîcan bi pêşengiya Meclisa Îştar tê lidarxistin’

Helena Babat, diyar kir ku ji sala 2005’an vir ve ji bo xwedîderketin û bîranîna şoreşger Bêrîtan mirîcanê li dar dixin û wiha got: “Li wargeha Mexmûrê bi pêşengiya Meclisa Îştar ji bo bîranîn û xwedîderketina çalakiya şehîd Bêrîtan ji sala 2005’an vir ve du salan carekê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan tê lidarxistin. Mihrîcana me heta sala 2017’an bênavber dihat lidarxistin lê ji ber êrişên dewleta Tirk ên hewayî yên bi hevkariya xeta xiyanetê ango PDK’ê hat rawestandin. Di sala 2022’an de careke din biryara pêkanîna mihrîcanê hat dayîn. Wê îsal di dîroka 24-25’ê Îlonê de 9’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya şehîd Bêrîtan bê lidarxistin û du rojan bidome.”

‘Wê mîhrîcan bi du rojên dagirtî bidome’

Helena Babat, di berdewamiya axaftina xwe de behsa amadekariyên 9’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan kir û wiha axivî: “Di roja yekemîn a mîhrîcanê de pêşengeha berhemên hunerî yên kurdewar ên bi destên jinan hatine çêkirin, cil û bergên kurdewarî dê bê pêşkêşkirin û bi wêne û tabloyên Rêbertî, şehîdan û jinên şoreşger bên xemilandin. Her wiha di pêşengehê de ji bo bicihanîna wesiyeta şehîd Bêrîtan wê helwa bê çêkirin û belavkirin. Heman rojê şev sînevîzyona têkildarî jiyan û kesayeta şoreşger Bêrîtan hatiye amedekirin, bê temaşekirin. Di roja duyemîn mîhrîcanê de jî danê nîvro xwarinên cur be cur ên Kurdewarî yên ji aliyê jinên wargehê ve bên çêkirin, bê pêşkêşkirin. Mîhrîcan roja duyemîn bi şev dê bi şahiyek girseyî bi dawî bibe. Di şahiyê de koma govendê, hunermendên cuda derbikevin ser dikê. Wê mîhrîcan bi du rojên dagirtî bidome.”

‘Em ê bibin şopdarên xeta şehîd Bêrîtan’

Helena Babat, bi van gotinan dawî axaftina xwe anî: “Mihrîcana şehîd Bêrîtan di nava wargehê de wek çandek tê pêkanîn. Em ê wek gelê wargehê her dem bibin şopdarên xeta şehîd Bêrîtan. Ez weke jinek ciwan a wargehê bang li hemû jin û jinên ciwan ên Kurd dikim ku xwedî li xeta şehîd Bêrîtan a ji bo me mîrate hiştiye derbikevin û bibin şopdarên xeta wê.”