Li Mexmûrê 9’emîn Mîhrîcana Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 9’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan di roja xwe ya duyem de bi pêşkeşkirina xwarinên kurdewarî û şahiyek girseyî bi dawî bû.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) 9’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan ya bi dirûşmeya ‘Li Hemberî Modernîteya Kapîtalîst a ku Bi Aqlê Mêr Avabûye, Bi Aqlê Jinê, Bi Dil û Rêbazê Wê Têkoşîn Kirin Bingeha Avakirina Serdema Jina Azad e’ bi pêşengiya Meclisa Îştar, Weqfa Jinên Mexmûrê û Kevana Zêrîn hat lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de bi pêşkêşkirina xwarinên kurdewarî û şahiyek girseyî bi dawî bû.

Mîhrîcana ku du rojan berdewam kir, di roja yekemîn a mîhrîcanê de pêşengeya berhemên dest ên kurdewarî û wêne û di seatên evarê jî ji bo bicîhanîna wesiyeta Şoreşger Bêrîtan helaw hate belavkirin û sînevizyona têkildarî jiyan û têkoşîna wê hate temaşekirin.

Îro mîhrîcan di roja xwe ya duyemîn de danê nîvro li Saziya Ciwanan bi pêşkêşkirina xwarinên curbe cur ên Kurdewarî destpêkir. Jinên wargehê xwarinên wekî kutîlk, biryanî, eprax, devîn, dan û mast, keledoş, hoşap û hwd çêkirin.

Mîhrîcan piştî nîvro bi sahiyekî girseyî dawî bû. Şahî li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê bi beşdariya jin û şêniyên wargehê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser girîngiya rojê Hevberdevka Komîteya Tenduristî ya Mexmûr Nûran Sezgîn axivî.

'Şehîd Bêrîtan bingeha avabûna artêşa jin e'

Nûran Sezgîn, di destpêka axaftina xwe de xêrhatîna gel kir û wiha axivî: "Em di rojên dîrokî de derbas dibin. Mîhrîcana me du salan carek ji bo bibîranîna Şehîd Bêrîtan tê li dar xistin. Hevala Bêrîtan di sala 1992'an de li dijî îxanetê çalakiyek pêkanî. Piştî çalakiya şehîd Bêrîtan artêşbûna jin avabû. Piştî 4 salan hevdîtin bi Rêber Apo re çêbû. Rêber Apo ji bo gelê Kurd û azadixwazan re slavên xwe şand. Em jî wargeha Mexmûrê slavên xwe ji Rêber Apo û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê re dişînin. Em mîhrîcana xwe diyarî Rêber Apo û tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê dikin."

Piştî axaftinê, koma govendê ya bi navê Slavên Rojê bi cil û bergên Kurdî derket ser dîkê. Herî dawî Hunermed Zahir Loran derket ser dikê.

9’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan bi berzkirina dirûşmeyan û gerandina govendê bi dawî bû.