Li Mexmûrê 8’ê Adarê bi coşek mezin hat pîrozkirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi coşek mezin hat pîrozkirin.

Mexmûr - 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li wargeha penaberan a Mexmûrê bi coş û kelecanek mezin hat pîrozkirin. Îro tevayî jinên wargeha Mexmûrê cihê şahiya pîrozbahiyê bi hemu rengîniya xwe xemilandin û 8’ê Adarê pêşwazî kirin. Şahî bi tevlîbûna hemu xwandekarên dibistanan bi coşek mezin destpêkir. Beriya ku şahî were destpêkirin ji bo tevayî giyanê cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser girîngî û wateya rojê Hevseroka Meclîsa Gel Fîlîz Budak axivî.

‘8’ê Adarê bu roja cîhanîbûna têkoşîna jinê’

Fîlîz Budak di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li tevayî jinan pîroz kir û got: “Me jinan cardin ji mirinê jiyan afirand. Wan di 8’ê Adarê de me qetilkir û keda me xwarin. Hest, beden, rih û keda me tune hesibandin. Lê hemleya 8’ê Adarê ku li beramberî vê hatî destpêkirin bu roja cîhanîbûna têkoşîna jinê. Kîjan pergal dibe bila bibe êdî nikare dinava hevokekê de navê jin û mirinê bihevre bikarbîne. Yê ku wan didin jiyankirin jî em in. Bi têkoşîna xwe û tolhildana xwe ya ji dîroka 5 hezar salî emê wê qirêjiya ku dane afirandin paqij bikin. Ji ber wê yekê em dibêjin roja 8’ê Adarê roja têkoşîna jinan a cîhanî ye. Li Kurdistanê û ji dervey Kurdistanê her jina ku dixwaze di civakek wekhev û jiyanek azad jiyan bike îro li dora têkoşîna jinan bune xelekek ji agir û li her qadê têkoşîn dide meşandin.”

‘Têkoşîna me têkoşîna rizgarî û hevgirtina jinan e’

Fîlîz Budak di dewama axaftina xwe de diyar kir ku bi rihê têkoşîna 8’ê Adarê wê tecrîda li Îmralî were şikandin û got: “Li Kurdistanê di pêşengtiya jina Kurd de bi fikir û felsefeya Rêbertî ya ku bi bîrdoziya rizgariya jin bi me dayî qezençkirin îro ji bo netewan, hemu gelên bindest û ji bo xwezayê ji talanê rizgar bikin em dinava têkoşînek hempa de ne. Divê oxirê de me bi hezaran şehîd dan, bi hezaran dîlgirtî hene û bi hezaran kesên ku ji welatê xwe penaber bune hene. Ji ber wê yekê em dibêjin têkoşîna em didin têkoşîna rizgarî û hevgirtina jinan e. Wê 8’ê Adarê bibe sembola serhildan û serkeftina jinan di asta cîhanî de. 8’ê Adarê wê bibe roja avakirina konfederalîzma jinan a cîhanî. Bivê têkoşînê berbi Newrozê ve meşîn wê me bigihîne armanca şikandina pergala Îmralî ya tecrîdê.”

Piştî axaftinan bi rêzê ve koma govendê ya Stêra Zêrîn ya binavê ‘Govenda Azadiya Jin’, koma erbaneya ya Tevgera Jinên Ciwan û koma stranan derket ser dikê. Koman bi govend û stranên xwe gel coşand.

Herî dawî hunermend Narînxan Cizîrî derket ser dikê û jinan li ber stranan govend gerandin.