Li Mexmûr pîrozbahiya 8’ê Adarê bi gerandina govendê didome

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ‘8’ê Adarê bi coşek mezin didome.

Musil - Jinên wargeha penaberan a Mexmûrê îsal bi dirûşma ‘Em Jin xwe bi Rêxistin bikin, bi Rêber Apo re azad bijîn’ starta çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê dabûn. Di bin banê Meclisa Îştar de gelek rêzeçalakî hatin lidarxistin. Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li wargeha penaberan a Mexmûra ser bi bajarê Mûsilê ve her sal bi coşek mezin 8’ê Adarê tê pîroz kirin. Îsal jî jinên Mexmûrê bi cil û bergên Kurdî li qada pîrozbahiya Navenda Çand û Hunerê kom bûn.
Şahiya ku li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê pêk hat bi hezaran kesên li Mexmûrê bi cil û bergên xwe yên Kurdî û bi al û posterên xwe beşdar bûn. Di destpêkê de hemû xwendevan bi awayek fermî hatin cihê şahiyê, piştî kombûna gel deqeyek rêz hat girtin û li ser girîngiya rojê axaftin hatin kirin.
Axaftina vekirinê ji aliyê endama Koordînasyona Meclisa Îştarê Fadîla Tok ve hat kirin. Fadîle 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û got: “Yê ku em kirî xwediyê rumeta jiyanê Rêber Apo ye. Emê herçar parçeyên Kurdistanê Ji bo em vê zilmê ji holê rabikim li dinyayek bikîn, ji bo dilê dayikan şa bibe, emê li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mizin bikin.
Bagwaziya me ewe li çar parçeyên Kurdistanê tevayî jin em xwe ji paşverutiyê xilas bikin, ji bo em ji vê paşverutiyê xilas bibin divê em yekitiya ava bikin, em rêberê mirovahiyê bi fîzikê azad bikin. Bi vê munasebetê em 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Rêber Apo, Şervanên Azadiyê, girtiyên zîndana ku îro li li gîrtîgehan li ber xwe dide û tevayî jinên cîhanê pîroz dikin.
Paşê Kevana Zêrîn bi stranên xwe derket ser dikê, piştre Dayikên Dengbêj stranên xwe gotin. Her wiha Hunermed Berhem Şemamî ku ji Başurê Kurdistanê beşdarî şahiyê bûbû gel li ber stranên hunermed Berhem Şemamî bi coşek mezin govend gerandin. 
Piştî wê jî Koma muzîkê ya Weqfa Jinan derket ser dikê û stranên xwe  pêşkêş kirin, piştre jî koma govendê ya Kevana Zêrîn derket ser dikê.
Herî dawî jî gel li ber stranên Hunermend Cemîl govend gerand.