Li Mexmûr meşa meşaleyî hat lidarxistin

Bi sedan xwandekarên Wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi meşek meşaleyî cejna Newrozê pêşwazî kirin û li derdora agirê Newrozê govend gerandin.

Mexmûr - Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê hersal bi kelecanek mezin Newrozê pîroz dikin. Ji 7 salî heta 70 salî ji bo pîrozbahiya Newrozê dadikevin qadan. İsal jî bi heman coş û kelecanê bi meşek ya meşaleyî cejna Newrozê pêşwazî kirin. Meşa ku ji xwandekaran pêkhat ji dibistanên navîn û amedeyî destpêkir heta qada pîrozbahiyê.

Li qadê bênavber xwandekaran dirûşmeyên ‘Newroz Li Rêber Pîroz be’ û ‘Bijî Serok Apo’ berzkirin. Li wir xwandekaran bi meşaleyên xwe li qadê ‘Newroz’ nivîsandin û agir pêxistin. Piştî pêxistina agir li derdora agirê Newrozê govend hat gerandin.