Li Mexmûr çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bû

Li wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo 15’ê Sibatê, çalakiya Nobetê 3 rojan vegerandibûn çalakiya greva birçûbûnê bi dawî bû, çalakiya nobetê bi koma nû berdewam dike.

Mexmûr- Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di 1’ê Sibatê de starta çalakiyên 15’ê Sibatê hat ragihandin. Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî de çalakiya Nobetê 3 rojan vegerandin çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bû, çalakiya nobetê bi dewirgirtia koma 42’emîn berdewam dike.

Beriya çalakiya Nobetê were dewrgirtin li ser navê çalakvanên greva birçîbûnê endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Sultan Yildiztan axivî.

‘Dê çalakiyên me berdewam bikin’

Sultan Yildistan di destpêka axaftina xwe de komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û wiha got: “Em bi navê koma çalakiya greva birçîbûnê ku îro 3 roje di 13’ê mehê de me dest bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê kiribû, me gotibû emê 15 sibatê bi dawî bikin, koma çalakiya nobetê ji bo azadiya Rêber Apo  ku ev 7 mehe berdewam dike îro 9 roje ew jî bi mere di nava çalakiyan dene. Em li ser navê herdû koman dibêjin hemû komplogerên ku destê xwe dane hevdû rêbertiya me girtin, em hemûyan rûreş û şermezar dikin. Îro gelê kurd li her çar aliyên Kurdistan û derve rabûne ser lingan. Bi meş mîting û dirûşmeyên xwe hemû çalakiyên ku ji bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo tê li darxistin û dibêjin em azadiya Rêberê xwe dixwazin em hemûyan ji dil û can silav dikin. Em weke gelê Mexmurê ku ev 25 sale rêbertiya me girtiye ji bo me hemû roj 15’ê sibatê ye û em ji bo rêbertiya xwe di nava çalakiyan dene, heta azadiya fizîkî ya Rêbertî emê di nava çalakiyan de bin. Em îro çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin lê belê çalakiya nobetê wê berdewam bike.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.