Gelê Mexmûrê herikîn qada 4’ê Nîsanê

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) 4’ê Nîsanê bi coş û kelecanek mezin hat pîroz kirin û xwendekarên dibistanan bi cil û bergên xwe yên Kurdî qada şahiyê xemilandin.

Mexmûr – Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her sal li wargeha penaberan a Mexmûrê Qada Perwerdeyê Mîhrîcana 4´ê Nîsanê organîze dike. Pêşangeha hunerî, pêşbirkên sporê û şahiya 4’ê Nîsanê, ango wargeh tê veguherandina qada Mîhrîcanê.

Duh danê siharê demjimêr 07:00’an de şêniyên wargehê li semta Şehîd Elîşêr 350 şitlên daran çandin. Cihê ku dar lê hatin çandin ji aliyê gel ve navê ‘Baxçeyê şehîdan’ lê hat kirin. Piştî dar çandinê li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê destpêkir û şahî heta derengiya şevê berdewam kir. Beriya ku şahî destpê bike hemû xwendekarên dibistanan berê xwe dan qada Navenda Çand û Hunera Mexmûrê. Xwendekarên dibistanên Navîn û Amedeyî bi meşên xwe yên leşkerî û hildana sedan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qada şahiyê xemilandin. Xwendekarên ku xwe bi cil û bergên Kurdî xemilandin bi yek dengî dirûşmeyan qîr dikirin. Beriya ku şahî were destpêkirin ji bo tevayî giyanê cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê Hevberdevka Qada Perwerdê Hêlîn Kara ve hat kirin.

‘Wek civak em vê rojê wek rumet û azadiya xwe dibînin’

Hêlîn Kara di destpêka axaftina xwe de 4’ê Nîsanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Em vê rojê tenê wek rojek ji dayîkbûna kesekê nagirin dest. Ji ber ku wek civak, jin, zarok û ciwan em vê rojê wek rumet, azadî û hêviya pêşeroja xwe dibînin. Ji ber wê em dibêjin roja ji dayîkbûna Rêber Apo roja parastina rumet û xwedî derketina civaka xwe ye. Em dibînin îro fikir û felsefeya Rêber Apo hemu sînoran derbaz dike û gerdûnî dibe.”

Piştî axaftina vekirinê, bernameya şahiyê bi koro ya dibistana dayîkê destpê kir. Her wiha piştî koroya zarokan paste hat birîn û şahî bi koroya dibistana Navîn berdewam kir. Her wiha di rêzebernama piştî nîvro ya mîhrîcanê de pêşbirka dengbêjî ya di navbera dibistanên seretayî de, pêşbirkên dibistanên seretayî yên werzîşî wek torbe, hêk, meşa mêrû û mast, orkestraya xwendekarên dibistana amedeyî hebûn. Di danê şevê de jî pêşbirka govendê ya dibistanên seretayî derket ser dikê û bi hemu xweşiktiya xwe xemlek cuda dan pîrozbahiyê. Piştî pêşbirka govendê hunermend Îbo Qamişlo bi stranên xwe gel coşand û gel bi dirûşmeyên xwe qada şahiyê hejandin. Paşê koma mûzîkê ya Şengalê derket ser dikê. Herî dawî jî pêşbirka zanistî ya dinavbera dibistanên navîn de hat kirin. Herwiha dem bi dem dinava şahiyê de encamên giştî pêşbirkên mîhrîcanê hatin ragihandin û şahiya 4’ê Nîsanê bi dawî bû.