Li Merîwanê kesên xwestin agir vemirînin hatin binçavkirin

Li Merîwana ji ber şewata daristanan bi sedan qadên hektarî tune bûn, 5 kesên ku xwestin şewata mudaxele bikin hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Merîwan a li Rojhilatê Kurdistanê, li herêma ku daristanên Zagros jî di nav de şewata daristanan bi rojan e berdewam dike.

Li bajarên Rojhilat bi sedan kes, ji bo agir vemîrinin berê xwe dan herêmê. Hemwelatî ji aliyê hêzên ewelehiya  Îranê ve hatin asteng kirin. Azad Rouhî, Laîgh Ahmadî, Sarkawt Ebadî, Alan Ardashirî û Delîr Mohammadî 5 kesên ku ji bo mudaxelekirina agir li herêmê bûn hatin binçav kirin û nayê zanîn ka bi kuve birine.

Li herêmê ji ber şewata ku ev bi rojane berdewam dike bi sedan qadên hektarî tune bûn.