Li Mereşê berteka li dijî AFAD'ê: Êdî ji bo hemû tiştê pir dereng e
Gel li navenda Mereşê ku avahiyeke zirar nedît nema, ji bo ku ji xizmên xwe agahiyek xweş bigrin 5 roj in li ber avahiyên hilweşiyayî nobet digrin. Welatî ji bo xebatên di roja sêyemîn de dest pê kir dibêjin, “Êdî ji bo hemû tiştê pir dereng e.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Mereş- Piştî Dîlok û Bazarcix rawestgeha me ya îro Mereşa ku erdheja hat jiyîn zirareke mezin lê da. Piştî erdheja 6'ê Çile bi pileya 7,7 û 7,6 hat jiyîm tê dîtin ku li bajarê ku li navenda wê gelek tax tune bûn, avahiyeke saxlem jî nemaye. Li Mereşê ku gel şeva xwe li derve û li ber xirbeyan derbas dike, ji qadên ku hedm hene şîn bilind dibin. Li bajara xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di roja sêyemîn a erdhejê de dest pê kirin, gel bertek nîşanî rayedaran da.
Gel ji çapemenî û rayedaran re bertek nîşan dide!
Li bajêr yek avahiyek ku zirar nedîtiye tune ye. Dema ku em digihîjin dora stadyumê ku hilweşandin lê herî zêde hat jiyin, em dibînin ku gel bêyî xeteriyên bên jiyîn bifikirin ji cîhek nêzê xirabeyan bi girî li xebatan temaşe dikin. Tê dîtin ku di hin avahiyên hilweşiyayî de 5 kes û d hinekan de jî 10 kes beşdarî xebatê bûne, welatiyên ku bi bertek nîşan dayîna nûçeyên di çapemeniya sereke de hatin weşandin nêzî me bûn, wiha gotin:“Binêrin, van gotinan qut nekin, em ê biaxivin, hûn biweşînin. Li vir tu kes tune, li vir rayedar tune ye."
'Dibêjin li xirabeyên ku cenaze lê hene 'kemçe lêdin'
Ciwanekî dilxwaz ku ji Stenbolê hat û beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bû hat qada ku em dîmen dikşînin, bi pirsa "Çapemeniya we azad e?" tiştên di nava çar rojan de jiyan kiriye vegot. Ciwana ku diyar kir ew bi şev û roj di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de dixebitin, lê AFAD’ê ji wan re di aliyê malzeme madî û hêza mirovî piştgirî nade û wiha got: “AFAD li vir piştgirî nade kesî. Em dilxwaz dema ji wan alîkariya malzeme dixwazin, nadin. Niha di xirabeya ku em lê dixebitin de yek ji tîmek AFAD'ê nîne. Tên dibêjin dengek heye, dibêjin deng nîne û diçin li avahiyên din dixebitin. Heger deng dernekeve jî qet naxebitin. Du avahî û 20 daîre hene, lê li vir 6-7 kes dixebitin. Dema roja ewil ekîba AFAD'ê hat vê derê ji me re gotin ger deng tune be, kempe lêbidin. Dema ji vir tu encam dernekeve diçin. Ger cenaze be jî divê cenaze bi awayekî sexlem bê derxistin. Em gotinên rayedaran ku dibêjin 'Ger 78 saetan derbas bibe, hûn dikarin kemçe li gorî xwe lêbidin’ dibihîsin. Mirovan li vir mirin qebûl kirin, lê herî kem dixwazin cenazeyan saxlem bigrin. Ne xebatek dibe û ne jî tiştek. Wan tiştan binivîsin, veneşêrin."
'Nikarin mirovên sax jî derxînin'
Suleyha Putkayar a ku ji bo ji zaroka xwe ya ku di bin xirbeyên avahiyeke 8 qatî ya hilweşiyayî de maye agahî bigre, çar rojin nobetê digre, 4 roj in nobedê digire, ji bo xebatên ku roja ewil kes ne hat, wiha got "Êdî her tişt pir deng e”. Suleyha Putkayar dibêje mirin qebûl kirine û li benda cenazeyên zarokên xwe ne û wiha axivî: "Em 4 roj in li vir li bendê derketina cenazeyê xwe ne. Ango tê gotin ku di erdhejeke dijwar de dema tu tûtik lê bidî tuyê birevî, hemû çîrok e. Tu nikarî ji cihê xwe ji birevî, li wir dimirin. Qet şens nîne. Di vê erdhejê de avahî ketin nava hev. Tu dibêjî cenazeyê li vê odeyê ye, lê di bin xirabeya avahiyek din derdikeve. Tu êdî hêviya xwe winda dikî û dibêjî em cenazeyên bigrin jî bes e. Carna ez meraq dikim gelo ev rast e an derew e, lê tiştekî ku em bikin nîne. Lêgerîn berdewam dikin, lê erhejên biçûk jî pir cidî ten jiyîn. Em cenazeyên xwe bigirin û defin bikin, em tiştekî din naxwazin. Em li vir kefena zarokên me di destên me de digerin. Roja ewil kes tunebû, tenê em bûn. Em wek malbat hewl da tiştekî bikin. Duh û îro alîkarî hat, lê dê niha çi bibe, dê çi biguhere. Nikarin mirovan sax jî derxin. Avahî û dîwar ketine nava hev, wek were derxistin nîne.”
'Em qet nizanin dê ji vê û şûnde çi bibe’
Aliye Temel a mexdûrê erdhejê ku herî dawî axivî jî wiha got: “Me fêhm nekir ku çi bû. Ez û hevjinê xwe li malê rûniştibûn û ji nişka ve erdhejek çêbû. Pişte em ji mala xwe derketin û me careke din nekarî bikevin malê. Em bi rojanê di vê hewaya sar de di erebeyê de radizên. Em nizanîn niha dê çi bibe. Hemû malên derdora mala me hilweşiyan. Mala me jî ber bi hilweşandinê ye. Em pir xirabin, di rewşeke pir xerab de ne. Em qet nizanin dê çi bibe.”