Li Merdînê polîsan avêt ser gelek malan: Kesekî jiyana xwe ji dest da

Hate hînbûn ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di êrîşa polîsan a li ser malekê de jinek jiyana xwe ji dest da. Li navçeyê avêtin li ser gelek malan, Hevseroka DBP'ê ya berê Bedîa Adîguzel jî hat binçavkirin.

Mêrdîn- Duh danê êvarê polîsan avêt ser malekî ya li kolana Sakarya ya Taxa Kişla ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê. Hate diyar kirin ku dema avêtina ser malê de dengê çekan hat, paşê teqînek çêbû û di pevçûnê de jinekî tê îdea kirin HPG'î ye, jiyana xwe ji dest daye.  Hate diyar kirin kesek jî bi birîndarî hatiye binçavkirin. Cenazeyê jina jiyana xwe ji dest da û nasnameya wê nehat hînbûn rakirin morgê.

Hat diyarkirin ku mala ku bûyer lê qewimiye ya Hevseroka berê ya Navçeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bedîa Adîguzel e û Bedîsa Adîgûzel jî hat binçavkirin. Cihê 2 kesên hatine binçavkirin nayê zanîn.

Piştî bûyerê polîsan li navçeyê li ser gelek malan girt. Polîsên ku deriyên malên kes lê tunebû şikandin, alavên li malan belav kirin.