Li Merdînê kesên ku hatibûn binçavkirin 5 ji van hatin berdan

Li Mêrdînê ji heman malbatê 5 kesên ku piştî serdegirtina mala ku jinekê jiyana xwe ji dest da hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan, 4 kes jî di bin çavan de ne.

Mêrdîn- Di serdegirtina mala li Kolana Sakarya ya navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê de danê êvarê jineke ku nasnameya wê nehat zanîn jiyana xwe ji dest da, 9 kes hatin binçavkirin.

5 endamên malbata Oguz ên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê. Celal Oguz û hevjîna wê Edîbe Oguz û kurên wan Cîhan, Halîme û D. Oguz ên ji 18 salî biçûktir piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatin berdan. Hevseroka DBP'ê ya Navçeyê Remziye Bayhan, hevjînê wê Mehmet Bayhan, Bedîa Adîguzel û kesekî navê wê nehat hînbûn di bin çavan de ne.

Ji aliyê din ve di daxuyaniya Wezareta Karên Hundirîn de hat îdiakirin:”Piştî îxbara ji ber tevgereke bi guman a jinekê, polêsên me yên ku çûne mala ku ew kes ketiye hundir û xwestine agahiyên nasnameyan bigrin bi çek êrîş kiriye.

Teqîn pêk hat

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin; Beriya serdegirtina malan li herêmê dengê çekan nehat bihîstin. Piştî ku polêsên tevgera taybet deriyê mala ku hat diyarkirin pevçûn derneketiye şikandin teqînek pêk hat. Hat diyarkirin ku jina ku nasnameya wê nehat hînbûn dawî li jiyana xwe anî.

Dîsa li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine girtin; 3 roj beriya serdegirtinê li taxê çalakiya polîsan dest pê kir.