Li Mêrdînê cerdevanekî jinek qetil kir
Li gundê Xirbetawê yê Mehsertê yê Mêrdînê Zehra Yildirim ji aliyê mêrê cerdevan ê pê re zewicî bû, hat qetilkirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/10/20231011-823x463cc-bir-kisi-daha-eksilmeyecegiz-kurdi-manset-jpg498fd3-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Li gundê Xirbetawê yê bi ser navçeya Mehserta Mêrdînê ve cerdevanê bi navê Îsmaîl Yildirim ê ku li gel jina pê re hatibû zewicandin Zehra Yildirim nîqaş kir, bi çekê ew qetil kir. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, bûyer duh pêk hatiye û leşkerên ku çûne cihê bûyerê cerdevan kirine binçavan. Cenaze jî ji bo otopsiyê rakirine nexweşxaneyê û paşê radestî malbatê hatiye kirin.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.