Li Mêrdînê cerdevanekî jinek qetil kir

Li gundê Xirbetawê yê Mehsertê yê Mêrdînê Zehra Yildirim ji aliyê mêrê cerdevan ê pê re zewicî bû, hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Li gundê Xirbetawê yê bi ser navçeya Mehserta Mêrdînê ve cerdevanê bi navê Îsmaîl Yildirim ê ku li gel jina pê re hatibû zewicandin Zehra Yildirim nîqaş kir, bi çekê ew qetil kir.  Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, bûyer duh pêk hatiye û leşkerên ku çûne cihê bûyerê cerdevan kirine binçavan. Cenaze jî ji bo otopsiyê rakirine nexweşxaneyê û paşê radestî malbatê hatiye kirin.

Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.