Li Meletî li bajarê konteynir li dijî zarokekê êrişa zayendî

Li Meletî di bajarek yê konteynir de zarokek keç ya 7 salî, ji aliyê kesek di heman bajarê konteynir de dimîne rastî êrişa zayendî hat. Hate eşkerekirin ku kiryar hatiye girtin.

Navenda Nûçeyan - Li Meletî di bajarek yê konteynir de zarokek keç ya 7 salî, ji aliyê kesek di heman bajarê konteynir de dimîne rastî êrişa zayendî hat. Li gora zanyariyên hate bi destxistin; di roja 18’ê Adarê de zaroka keç dema diçû nan bigre, piştî demekê ne vegeriya. Piştî giliya malbatê ya winda bûye, tîmên li muduryeta Emniyetê dest bi xebatên lêgerînê kir.

Piştî lêgerînê nêzî 4,5 saeta zaroka ku hatî dîtin derket holê ku rastî êrişa zayendî hatiye. Derbarê bûyerê de ji aliyê walitiya Meletî ve îro daxuyaniyek nivîskî hate dayîn û hat diyar kirin ku gumanbarê ku hatî tesbitkirin yê bûyerê ye A.C ku berê jî 4 sûcên cûda qeyda wî heye di dagehê de ji sûcê ‘êrişa zayendî ya li dijî zarok’ hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de îdaeyên ku zaroka keç li lê nêrîna awerta tê girtin derewand û da zanîn ku di rewşa tendirûstiya zarokê de tu nerênî nine û radestî malbatê wê hatiye kirin.