Li Meksîkayê jin li ber xwe dan, kurtaj ji çarçoveya sûc hate derxistin

Li Meksîkayê Dadgeha Bilind a Edaletê ya Neteweyî, kurtajê di asta federal de ji sûc hesibandinê derxist. Jinan vê biryarê wek serkeftinek pîroz kirin.

Navenda Nûçeyan- Dadgeha Bilind a Edaletê ya Neteweyî ya Meksîkayê (SCJN), ragihand ku kurtajê di asta federal de ji sûc hesibandinê derxist. Biryar ji aliyê dadgehê ve li ser hesabê medyaya civakî hat ragihandin.

Di daxuyaniya Dadgehê de wiha hate gotin: "SCJN, kûrtajê di asta federal de ji sûc hesibandinê derxist. Hemû jin û kesên ku di kapasîteya ducanî de, dê karibin li her saziya tenduristiyê ya federal xwe bigihînin xizmetên kurtajê." Di daxuyaniyê de hat diyarkirin cih girtina xala têkildarî cezakirina kurtajê li dijî Destûra Bingehîn e û hat diyarkirin jin û jinên ducanî rastî binpêkirina mafên mirovan tên.

Enstîtuya Neteweyî ya Jinan a Meksîkayê, der barê biryarê de wiha hat: “Îro ji bo jinên Meksîkayê roja serketin û edaletê ye." Enstîtuyê destnîşan kir biryar di çarçoveya wekheviya zayendî de 'gaveke mezin' e.

Li Meksîkayê heta îro 10 jê ji 32 eyaletan di qanûnan der barê kurtajê de gav bi gav ber bi guhertinê ve çêbûn. Ji jinan re heta 12 hefteyan mafê rawestandina ducaniyê hatibû dayîn. Yekemîn qanûna ku kurtajê ji sûc hesibandinê derxist jî, di sala 2007’an de li herêma federal a Meksîko ya li paytexta Meksîkayê hatibû pêjirandin.