Li Meksîka, Fransa û Îspanyayê çalakî: Em ê yek kes din kêm nebin

Jin bi boneya 25'ê Mijdarê li çar aliyê cîhanê daketin qadan. Jinên ku li Meksîka, Fransa û Îspanyayê daketin qadan bi qîrîna dirûşma ya "Em ê yek kes din kêm nebin" qetlîamên jinan şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan - Duh bi boneya 25’ê Mijdarê li çar aliyê cîhanê bi deh hezaran jin li qadan bûn. Li paytexta Meksîkayê bi hezaran jin ji bo dawî li qetlîam û şîdeta li ser jinan bê bi pankarta "Em ê yek kes din kêm nebin" meş lidarxistin. Li Fransayê jî bi deh hezaran jin bi hilgirtina pankartên "Dawî li şîdeta zayendperestî û zayendî bînin" meşiyan.
Meksîka
Bi hezaran Meksîkayî li paytexta Meksîkayê ji bo dawî li qetlîamên jinan û şîdeta nava civakê bê meş lidarxistin. Polîsan mudaxeleyî meşê kir. Di mîtînga ku bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî hate lidarxistin de yek ji pankartan wiha bû: “Ew nemirin. Ew hatin kuştin”. Jinên bi cil û bergên rengê mor ê rengê tevgera mafê jinan e û rengê reş li xwe kirin, bi qirina dirûşmeyên "Em ê yek kes din kêm nebin” û ji bo mexdûrên şîdetê edalet xwestin.
Polîsan bi bombeya mijê êrîşî jinan kir
Nêzîkî 1,500 polîsên jin li ser riya meş lê hat kirin a ji cadeya Paseo de la Reforma heya meydana sereke ya bajêr û rêya ku ji qesra serokatiyê re xomalî dike hatibûn erkdar kirin. Komek jin bi çakûçên di destên xwe de hewl dan mertalên parastinê ya polîsan bigirin. Polîsan bi bombeyên mijê êrîşî jinan kir. Li Meksîkayê her roj nêzî 10 jin tên qetilkirin, aktîvîstan hikûmetê sûcdar dikin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê têra hewildan nîşan nake. Li gorî daneyên fermî ji sala 2019’an û vir ve li Meksîkayê zêdetirî 10 hezar û 700 jin hatine qetilkirin.
Fransa
Bi dehan jin li gelek deverên Fransayê meşiyan. Roja Şemiyê li Parîs û bajarên din ên Fransayê xwepêşandan hatin lidarxistin. Jin li paytextê bi hilgirtina pankarta mezin a bi nivîsa " Dawî li şîdeta zayendperestî û zayendî bînin " meşiyan.
Îspanya
Li seranserê Îspanyayê bi hezaran kes ji bo Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî daketin qadan. Jinan bi hilgirtina pankartên mor daxwaza wekheviya zayendî kirin. Di meşa ku li bajarê Madrîdê hat lidarxistin de dirûşma 'Êdî bes e' bû û bi sedan jin bi pankartên ku xwestin dawî li şîdeta zayendî bê hilgirtin û heta navenda Madrîdê meşiyan. Ofîsa herêmî ya hikûmeta diyar kirin ku yek ji xwepêşandanên sereke yên li navenda bajarê Madrîdê re nêzîkî hezar û 200 kes beşdarî bûne.
Li gorî daneyên Wezareta Wekheviyê, li Îspanyayê ji sala 2003'an û vir ve hejmara jinên ku ji ber şîdeta li ser bingeha zayendî jiyana xwe ji dest dane derketiye 1118'an. Li Îspanyayê di sala 2020’an de 46 jin, di sala 2021’an de jî 37 jin hatin qetilkirin.
Werger: JINHA