Li Meclisa Civaka Ermeniya Hesekê dewreya perwerdê ya Jineolojî despêkir

Navenda Jineolojî ya Kantona Hesekê li ser daxwaza Meclisa Civaka Ermenî ya bajarê Hesekê dewreyek perwerdê li ser zanista Jineolijî bi armanca lêveger û naskirina dîrok, çand û xwedîderketina li hebûna Gelê Ermenî dane vekirin.

RONÎDA HACΠ
Hesekê - Di dîrokê de Gelê Ermenî rastî gelek komkujiyan hatine mînaka wê jî komkujiya sala 1915’an ya ku ji aliyê desthilatdariya dewleta tirk ve pêk hat. Di encamê de bi milyonan mirov hatin qetilkirin û ji cih û warên xwe hatin koçber kirin. Ji wê demê heya roja îro gelê Ermanî çand, dîrok û rastiyên ku di salên borî de bi dapîr û bapîrên wan re derbas bûne jibîr nekirin.  Ji bo zindîkirin û levegera li çand û dîroka rast ya gelê Ermenî Meclisa Civaka Ermenî ya Bajarê Hesekê- Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji Navenda Jineolojî daxwaz kirin ku dewreyeke perwerdeya Jineolojî ji Rêveber û endamên Meclisê re were vekirin. Îro jî li ser vê daxwazê dewreya perwerdê  hate vekirin û dê heya hefteyekê dirêj bike. Di vê dewreyê de 22 Endam û Rêveberên Meclisa Ermen cih têde digirin.
Perwerde ji aliyê Endama Rêveberiya Navenda Jineolojî ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Hena Dawûd  ve tê dayin. Mijarên têde werin destgirtin wiha ne: pênaseya têhega jineolojî û girîngiya wê, hevjiyana azad, jineolojî aborî, Jineolojî û siyaset, dîroka tevgera azadiya jina û gelek mijarên din dê werin dayin. Têkildarî mijarê endam û rêveberên tevlî dewreyê bûne nêrîna xwe anîn ziman û bi mere parve kirin. 
 ‘Jina Ermenî di riya Jineolojî de li heqîqeta xwe digre’
Hena Dawûd daxwaza Meclisa Civaka Ermenî li ser vekirina dewreyek  Jineolojî gaveke girîng dît û nêrîna xwe anî ziman: ”Niha dem dema lêvegera çandî û dîrokî ye, îro şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo tevahî pêkhateyên herêmê şensekî mezin e, ji bo em hemû pêkhate hebûna xwe mayinde bikin. Weke Gelê Ermen îro daxwaza dewreyeke perwerdeya Jineolojî dikin, ev tê wateya ku daxwazên lêvgera dîrokê pir hene. Her wiha daxwaza naskirina heqîqetê û parastina çand, dîroka xwe ji helandinê dikin. Jineolojî dê bikaribe hemû pirsgirkên civakê çareser bike û li ser nêrîneke hevbeş jin û mêr bighîne hevdu,  bi vî rengî em ê bikaribin civakek azad bidin avakirin.”
 Xwedîderketina jina Ermenî li şoreşa Rojavayê Kurdistanê
Hena bal kişand li ser rola jina Ermenî di Şoreşa Rojavayê kurdistanê de û wiha pêde çû: “Jina Ermenî ji bo pêşxistina şoreşê û xwedîderketina li çand û dîroka Ermeniyan her di nava têkoşînê de bûn. Mînaka wê vekirina Mecliseke civakî ya Ermeniyan bi pêşengtiya jinan gaveke serkeftî ye û yek ji deskeftiyên vê şoreşê ye. Di dewreya perwerdeya jineolojî  de 14 jin û 8 mêr cih têde digirin, hêjmareke bi vî rengî ji jinan tê wateya ku îro jina Ermenî ya berxwedêr li çand û dîroka xwedî derdikeve.”
Xwedîderketina li çand û dîrokê
Endama Rêveberiya Meclisa Civakya Ermenî Arşo Berbryan spasiya Navenda Jineolojî li ser vekirina dewreyê kir û wiha nêrîna xwe anî ziman:” Em dixwazin di riya vê perwerdê çand û şaristaniya xwe bizanibin. Komkujiyên bi serê gelê me pêk hat,  pêwîst e em zêdetir nas bikin û lêkolîn bikin.  Em ê bi riya perwerdeyan îradeya xwe xurt bikin û bibin bersiv ji van komkujiyan re. Xwedîderketina li çand û dîrokê xwedîderketiya li nasname û hebûnê ye.”
Pêwîstiya bi zanista jineolojî
Endamê Meclisa Civaka Ermenî Nêrsîs Qesebyan destnîşan kir ku di nava civakê de pêwistiya her kesî bi naskirina Jineolojî heye û wiha nêrîna xwe bi mere parve kir:  “Ji bo em bikaribin civaka xwe ji êrîş û helandinê biparêzin û pirsgirêkên xwe çareser bikin pêwîst e em her dem di perwerdeyan re derbas bibin. Em ê civaka xwe li derdora meclisa xwe kom bikin û çand û dîroka xwe biparêzin.”