Li Mahabatê agirê Çarşema Sor jinan pêxist

Jinên Mahabatê beriya cejna Newrozê û roja sala dawî ya Çarşemê agir pêxistin û gotin; ‘Agirê Çarşema Sor hêviyê germ dike.’ Jinan diyarkirin ku rûxmê hemû astengiyan ji bo Jîna Emînî li derdorê agir dans kirin.

Mahabad – Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê  piştî qetilkirina Jina Mehsa Emînî serhildanên ku bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ destpêkir ev bi mehane bê navber berdewam dike. Mahabatiyên ku îsal bihar bi hêviya jiyanek azad pêşwazî dikin beriya Newrozê, çerşema herî dawî ya salê ku navê ‘Çarşema Sor’ lê kirine agir pêxistin. Gel li gelek bajaran li dora agir kom bûn, dirûşmeyên azadiyê berz kirin. Gel qad tejî kirin, avahiya walitiyê, istasyona radyoya bajar û derdora şaredariyê gelek tedbirin elwehiyê hatibû girtin. Li gora zanyariyên ku hatine bi destxistin li bajar gelek timên leşkeri hatine.

‘Ji bo Jina Mehsa Emînî me li dora agir dans kir’

Yek ji wan jinan Maria Kerîm wiha got: “Ji bo min cadeya Sohram cihê têkoşînê ye. Dema ku ez diçim ser cadeyê kare min yê yekem ewe ku ez rûyê xwe digrim. Gelek mirov li wê kolanê kom bûn, li dora agir jin û mêr dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ berz dikirin. Derdor tijî polîs bû û gelek sixor erkdar kiribûn. Hikumet baş dizane em ji wan sîxoran natirsin. Ji bo Jina Mehsa Emînî li dora agir me dans kir, lê belê hikumet ji dansê jî ditirse. Dora me tijî polîs bûn û dixwazin me bitirsinin.”

 ‘Agirê Çarşema Surî hêviyê germ dike’

Shabnam Hariri der barê çalakiyên çarşema herî dawî ya salê de axivî û got: “Îsal hemû taxên Mahabatê weke reng û bêhna şoreşê ye. Dilê me ji hêviya azadiyê tejiye, agirê Çarşema Surî hêviyê germ dike. Em gelek jin bûn ku di nava kolanê de me agir pêxistî û piştre mêr jî bejdarî me bûn. Em ji bo hemû şehîdan hatin ba hev, li qadê me dirûşmeyaên şehîd Namirin avêt. Piştî ku me dirûşme avêtin em ji aliyê leşkerên bi pare yên dewletê ve rastî tacîzê hatin, erebeyek ku cama wê reş û bê pilaqa bi lez rastî gel hat, armanca wan belavkirina gel e, em kêmekê tirsiyan lê bele cardin em dora agir kombûn.”