Li Mahabadê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi gireva giştî didome
Dikandarên li bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji bo bîranîna kesên ku di çalakiyên meha Mijdara 2019’an de hatibûn qetilkirin greva giştî ya ku bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” dabûn destpêkirin didomînin.

Mahabad – Li Îranê di Mijdara 2019’an de ji ber buhayê giran a zêde ya di madeyên şewatê û benzînê de çêbûbû çalakiyên protestoyî hatibûn lidarxistin û di encamê de gelek kes hatibûn qetilkirin. Têkildarî çalakiyan hat diyarkirin ku di çalakiyên protestoyî yên ji bo bîranîna kesên hatibûn qetilkirin, di nava 3 rojan de 12 kes hatine qetilkirin. Di 3’yemîn salvegera bûyeran de dikandaran kepengên xwe girtin û ji bo piştgiriyê bidin serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ yên ku du meh in didomin dest bi gireva giştî kirin. Di çalakiyên meha Mijdara 2019’an de li gorî Rêxistina Efûya Naveneteweyî 304 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Şêniyên bajarê Mahabadê bi banga ji bo greva giştî sê rojan çalakiyên protestoyî li dar xistin, hem dikanên li ser cadeyan hem jî hemû bazar û dikanên di nava taxan de girtin.
Di çalakiyên protestoyî de girseyên gel li dijî rejîmê dirûşm avêtin. Her wiha di çalakyan de jinên ciwan jî peçeyên xwe avêtin û tevî protestoyan bûn.
Di serî de xwendekarên zanîngehên Payam Noor û Azad, xwendekarên dibistanan jî dest bi grevê kirin û dersan boykot kirin. Li gorî şahidên bûyerê, di saetên sibehê de li derdora parka Firdaus û qada Azadî dengê çekan hatiye.
Cade bi wesayîdên zirxî hatin girtin
Polîs û leşkerên rejîmê cadeyên sereke yên bajar bi wesayîdên zirxî ji trafîkê re girtin, ji ber wê mirov di riyên kolanan de çûn û hatin. Ji bo pêşîgirtina vê yekê jî ji aliyê polîs û leşeran ve gelek wesayîdên hêzên taybet û çevîk kuvet li herêmê hatin bicihkirin.
Polîsê û leşkerên rejîma Îranê ji ber tirsa kontrolkirina çalakgeran a Mahabad TV, gelek wesayîd û hêzên leşkerî li pêşiya îstasyona radyoyê bi cih kirin û nehiştin ku çalakger nêzî avahiya kanala televîzyonê bibin.