Li Lubnanê li kampa Filistînê pevçûn: 6 mirî, 30 birîndar

Di şerê çekdarî de ku di navbera her du koman de li kampa herî mezin a penaberên Filistînî ya li Lubnanê derket, 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û zarok jî di nav de 30 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Pevçûnên ku êvara Şemiyê li Kampa Penaberên Filistînî ya Eyn El-Helva ya li bajarê Sidonê li başûrê Lubnanê qewimîn duh dijwartir bû.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê NNA; Di pevçûnên ku li kêlek çekên sivik, giran topên hawanan jî  hatin bikaranîn de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 jê zarok 30 kes jî birîndar bûn. Hate diyarkirin ku pevçûn ji ber hewldana êrîşa çekdarî ya li dijî endamê yek ji komên ku dijminatiya Tevgera Fetih ê Mihemed Ebû Katada ye, derketiye. Duh Ebû Seref El-Armûşî ê berpirsyarê Tevgera Fetih ê û 3 parazvanên wî di kemînekê de hatibûn kuştin.

Dibistan tên rawestandin

Li gorî agahiyên ku şêniyên kampê dane, di pevçûnên ku topên hawanê û RPG hatin bikaranîn de, ji ber ketina hawanan li hin mal û cihan şewat derket. Hat ragihandin ku hin topên hawanên ku ji kampê hatin avêtin li qereqol û nobedaran ketine û hin leşker jî birîndar bûne. Ji aliyê din ve di nûçeyên çapemeniya Lubnanê de hate gotin ku hemû dibistanên havînê yên bajarê Sîdonê ku kamp lê ye ji bo rojekê hatin rawestandin.

'Kampa penaberan ji kontrola dewletê hatiye derxistin'

Serokwezîrê Lubnanê Necîbe Mikatî di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku dema şer û pevçûnên li Kampa Penaberan a Eyn Helvayê di şert û mercên niha yên herêmî û navneteweyî de bi guman e. Mikatî bal kişand ku pevçûn nayên qebûlkirin û wiha got:

"Berî her tiştî kampa penaberan ji kontrola dewletê hat derxistin, ev yek bi temamî nayê qebûlkirin. Divê rêz li serweriya Lubnanê bê girtin. Divê rayedarên Filistînê alîkariya artêşa Lubnanê bikin da ku ewlehiyê bixin bin kontrola xwe û sûcdaran teslîmî rayedarên Lubnanê bikin."

Neteweyên Yekbûyî xebatên xwe rawestand

Di daxuyaniya Ajansa Penaberan a Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) de hat ragihandin ku ji ber şer û pevçûnan hemû xebatên li Kampa Penaberan a Eyn Helvayê hatine rawestandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber pevçûnan 2 dibistanên girêdayî UNRWAyê ku 2 hezar xwendekar têde perwerde bûne zirar dîtine û bang hat kirin ku sivîl û avahiyên UNRWA yê ji pevçûnan dûr were xistin.