Li Lubnanê li dijî tundiyê çalakiyên 'Kampanyaya 16 rojan' dest pê kir

Çalakiyên "Kampanyaya 16 rojan" ya Li Dijî Tundiya Xwe Dispêre Zayendparêziya Civakî ku di navbera 25'ê Mijdar û 10'ê Kanûna 2021'an de li Lubnanê pêk tê, dest pê kir.

Navenda Nûçeyan – Çalakiyên "Kampanyaya 16 rojan" ya Li Dijî Tundiya Xwe Dispêre Zayendparêziya Civakî, ku di navbera 25'ê Mijdar û 10'ê Kanûna 2021'an de pêk hat, li Lubnanê dest pê kir. Komeleyên Jinan ên Libnanê, nûnerên Kongra Star ên Lubnanê, endamên PYD’ê û aktîvîstên femînîst beşdarî xebata ku bi sempozyûma diyalogê ya ku ji aliyê Komeleya Civakî û Çandî ya Newrozê ve bi hevkariya Meclîsa Jinan a Lubnanê hate organîzekirin, destpê kir.

'Pergal ji jinên ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan diparêzin ditirse'

Alîkara Serokê Komeleya Civakî û Çandî ya Newrozê Hanan Osman di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên ku jinên pêşeng ên li Kurdistan û Filistînê dikin hedef û bal kişand ser girîngiya hişyarkirina li dijî tundiya sîstematîk a li ser jinan li hemû cîhanê bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Hanan Osman got: “Ji ber ku pergala modernîteya kapîtalîst ji jinên ku bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan çekdar dibin ditirse, niha rastî tundî û qirkirina herî dijwar a li ser jinê tê.

Seroka Meclisa Jinan a Lubnanê Meqbula Qeis bal kişand ser şêwazên tundiya li ser jinan û rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê bi hişyarî, rêxistinkirin û yekîtiya jinan vegot. Meqbula Qeis got ku li ser pêwîstiya derxistina yasayên ku piştgiriya têkoşîna jinan li dijî tundiyê dike, kir.