Li Lubnanê 12 sivîl hatin kuştin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê piştrast kir ku êrîşên li ser sektora tenduristiyê rê li ber dabînkirina xizmetên bingehîn li Lubnanê digirin, êrîşên Îsraîlê yên li ser bajarê Meşgarayê bûn sedema mirina 12 kesan û wêrankirina binesaziya bajêr.

Navenda Nûçeyan – Ragêşiya leşkerî û êrîşên artêşa Îsraîlê li ser deverên Lubnanê zêde dibin. Hemwextî êrîşan fikarên li ser berfirehbûna pevçûnan û bandora wan li ser sivîlan û binesaziyê zêdetir dibin.
Rêveberê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê piştrast kir ku êrîşên berdewam ên li ser sektora tenduristiyê li Lubnanê rê li ber şiyana wê ya dabînkirina pêdiviyên nifûsê û dabînkirina xizmetên bijîşkî yên bingehîn digire.

Rêxistinê her wiha destnîşan kir ku dê piştgiriya dabînkirina lênêrîna tenduristiyê bidomîne û banga rêzgirtina ji peymana agirbestê re kir.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Neteweyî, ji ber êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên şeva borî û îro sibehê li ser bajarokê Meşgara yê li Bekaaya Rojava kirin armanc 12 kes hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn. Ajansa Nûçeyan a Neteweyî destnîşan kir ku êrîşan piştî heşt êrîşên li pey hev, li dora bajêr xelekek agir çêkirine.

Îsarîlê êrîşên xwe yên li ser başûr û rojahilatê Lubnanê zêde kirin, her wiha hişyariyên valakirinê da. Tevî dirêjkirina agirbestê, Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser binesaziyê berdewam kirin, mal û avahiyên niştecihên başûrê Lubnanê wêrankirin û hilweşand.