Li Londonê li hemberî qetilkirina Sara meş hatin li darxistin

Li Londonê xwepêşandanek mezin ji bo şermezarkirina revandin û kuştina Sara Êverard û tundiya ser jinan derket û demek dirêj dewam kir.

Navenda Nûçeyan - Dengên kuştina jina ciwan Sara Êverard, hêjî li Bîrîtanya vedide. Hejmarek mezin ji Brîtanî li dervayê Civata Parlamentoyê li Westminster kom bûn û xwepêşandana protestoyî heta navenda polîsan û ofîsa Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson dewam kir. Xwepêşanderan got in ku Parlamento pêşnûme qanûnekê nîqaş dike ku dê bêtir rayedaran bide polîs da ku xwepêşandanên aştiyane bi hinceta tedbîr girtinê sînor bike ji bo belavbûna vîrûsa Corona rawestîne. Kombûna bîranîna ji bo Sara Êverard a ku di 3 yê Adarê de hate revandin û hestiyên wê piştî hefteyekê hat dîtin rastî astengî û êşra polîsan hat.