Li Londonê jinên daketin kolanan rastî êrîşa polîsan hatin

Li Londonê, bi hezaran jin, ji bo Sarah Everard a ji aliyê polîsê binavê Wayne Couzens ve hat qetilkirin, daketin kolanan.

Navenda Nûçeyan - Li paytexeya Înglistanê Londonê, jina 33 salî Sarah Everard di 3’yê adarê de winda bû û piştî bi rojan cenazeyê wê hatibû dîtin. Polîsê bi navê Wayne Couzens bi gumana qetilkirina Sarah Everard hat binçavkirin û derxistin dadgehê. 
Piştî agahiya qetilkirina Sarah Everard hat bihîstin, bi hezaran jin daketin kolanan, jinên bûyer pirotesto kirin rastî êrîşên polîsan hatin. Polîsên Îngilîz, bi hinceta şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) destûr nadin ku ji du kesî zêdetir mirov li hev kom bibin. Polîsan bi vê hincetê xwestin çalakiya jinan asteng bikin. Li gel êrîşan jî jinan guh nedan astengî û qedexeyên polîsan û bi pankarta “Em ji sedî 97’in” çalakiya xwe dewam kirin. 
Polîsan di çalikiyê de gelek jin binçav kirin.