Li Lîbyayê projeya ‘Huner ji bo Aştiyê’
Projeya "Huner ji bo Aştiyê" balê dikşîne ser rola hunerê di bihêzkirina danûstandina di nava kesan de, pêşxistina jêhatîbûna jinan û vekirina asoyên nû ji bo karanîna afirîneriyê di pêşxistina civakên herêmî de.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250217-20250217-almadt-jpg2f5bce-image-jpg586f25-image.jpg)
MUNA TOKA
Lîbya - Şaredariya bajarê Sebha ya Lîbyayê projeya "Huner ji bo Aşîtiyê", di navbera huner û çandê de peyama hezkirin û lihevkirinê di civakê de ragihand. Ev proje jî bi cudabûna xwe dihat nasîn. Forûmek ji bo girêdanek di navbera hunermendan de çêbike, ava kir. Her wiha jin li ser huner û karên destan perwerde kirin. Di vê projeyê de gelek saziyên jinan cîh girtin. Ev proje mehek berdewam kir û di 15'ê Sibatê de bidawî bû.
'Jinan di warê hunerî û karên destan de xwe bipêş dixin'
Seroka Komeleya Afirînerî ji bo Perwerde, Piştgirî û Pêşketinê Ayşa Mahrez diyar kir ku projeyê bal kişandiye ser pêşxistina jinan a ji bo serxwebûna xwe ya madî pêk bînin û wiha got: "Jin afirîneriya aştiyê ye. Ew çanda hezkirinê ya di nava civakê de belav dike. Me xwest bi projeya xwe peyama aştiyê bi rêya hunerê raghînin. Her wiha me xurme ya ku bi şêweyekî mîrata herêmê nîşan dide, pêşkêş kirin. Li kêleka wê bazara aştiyê jî hat vekirin ku tê de 12 hilberînên jinan hatin pêşkêşkirin. Proje ne tenê li ser karên destan radiweste. Li ser bingeha bazirganiya elektronîk, çêkirina markeyan û di sûka dîjîtal de çawa dikarin bixebitin, hatin perwerdekirin. Ew di warê hunerî û karên destan de hatin pêşxistin."
'Zindîkirina mîratê û pêşxistina serxwebûna aborî'
Beşdara ji Komeleya Beyt El-Asîl Fethiyê Hemîl, bal kişand ser girîngiya pêşxistina jinan û diyar kir ku divê jin li ser çêkirina xalîçe û kilîman bên pêşxistin. Fethiye da zanîn ku ew pîşeyek mîratî ye, jin dikare bi rêya wê aboriya xwe baştir bike û wiha got: “Perwerde du heftiyan berdewam kir. Tevî kêm derfetan jî jinên ku beşdarî perwerdê bûne, afirîneriyên xwe bipêş xistin. Bi dehan jinan ji vê perwerdê sûd girtin. Hêviya me ew e ku ev perwerde ne demkî be, domdar be. Ji bo ku jin bêhtir xwe bipêş bixin. Divê kargehek ji bo çêkirina xalîçeyan ji jinan re bê vekirin."
'Huner cihê îfadekirin û aşîtiyê ye'
Rêvebera Karbenda Şarezayên Birûskî û Rêvebera projeya "Mezîc" Îman Cebrîl da zanîn ku projeya "Huner ji bo aşîtiyê" ne tenê perwerdeyek bûye, her wiha bûye cîhê pêşxistina pîşeyên jinan a di warê hunerî, wênekêşî, wênexêzî û muzîkê de jî. Îman Cebrîl wiha got: “Jin xwedî afirînerî nin, tenê pêdîviya wan bi vekirina derfet û piştevaniyê heye. Me perwerde ji jin û zarokan re di vê projeyê de vekir. Proje bi pêşkêşkirina çalakiyên hunerî bi dawî bû. Tê de peyamên aşîtiyê hatin ragihandin. Ji ber ku huner cîhê aşîtî û îfadekirinê ye."
Projeya "Huner ji bo Aşîtiyê", bi pêşkêşkirina çalakiyên hunerî û çandî ku tê de wêneyên zindî, muzîk, stran hebûn, bi dawî bû. Beşdaran jî ji vê tecrûbeyê gelek sûda di warê pîşeyî û kesayetî de girtin.