Li Lîbyayê jiyana bi hezaran zarokan di bin xeteriyê de ye

Şêwirmend û perwerdekar Elham Omer Daboub bal kişand ser zarokên ku li Lîbyayê di nava şer, pevçûn û qeyrana aborî de dijîn û diyar kir ku ji aliyê fizîkî û ruhî ve zarok nebaş ji bo vê rewşê biguhere hişyarî û piştgirî girîng e.

HÎNDIYA AL-ASHEPY

Lîbya – Li Lîbyayê ji ber şer, pirsgirêkên aborî û karesatên xwezayî bi hezaran zarok ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar jiyana xwe berdewam dikin. Li Bîngaziyê mufetîş û perwerdekara li zanîngeha Navneteweyî ya Lîbyayê Elham Omer Daboub bal kişand ser rewşa zarokên welat û banga başkirina travmayên wan kir.

Elham Omer Daboub îşaret bi wê yekê kir ku tiştên zarokan jiyane wê di demên li pêş de bandorên wan ên neyênî hebin, diyar kir ku ji derveyî şer û karesatên xwezayî, li ser jin, pîr, astengdaran, beşa herî bêparastin zarok in û bandorek mezin li ser wan dike, da zanîn ku ji bo tendirustiya ruhî piştevanî û hişyarî girîng e.

‘Divê bi awayê taybet û baldarî nêzî zarokan bibin’

Elhma Omer Daboub da zanîn ku şer bandoreke demdirêj a tirs, fikar û di aliyê psîkolojî û civakî de li ser zarokan dike, zarokên ku krîzê dijîn, ji ber zextên ku rast hatin divê bi awayê taybet û bi baldarî nêzî wan bibin. Elham Omer Daboub bal kişand ser rola malbat û bandora li ser zarokan û wiha got: “Qesta min ji malbatan ew e ku dayik û bavên piştî şer jiyane, tirs, birçîbûn û êşa ku zarokan jiyane di asteke zêde de jê bi bandor bûne bibînin divê bi nêzîkatiyên civakî, psîkolojî û hestiyarî bi wan re eleqedar bibin.”

‘Diyaloga bi zarokan re girîng e’

Elham Omar Daboub da zanîn ku zarok û ciwanên di nava şer de mezin dibin, kêmaniyên mezin û pêşketin jî di nav de rastî gelek pirsgirêkên psîkolojîk û fizîkî tên û ev tişt got: “Heta mezinbûnê depresyon û nexweşiyên psîkolojîk ku vediguherin nexweşiyên hêrsa ku zû radibe, fikar, tirs, bandora hevsengiyê û rê li ber pirsgirêkên din ên psîkolojîk û civakî vedike bi wan re çêdibin. Zarok bi hemsalên xwe re dibe ku di nava zext û nêzîkatiyên êrişkirinê de bin, zarokên ku di demên dawî de li Lîbyayê di nava şer û pevçûnan de mezin dibin rewşên neyînî yên weke; êrişkarî, bêxewî, qêrin, bi şev mîzkirina bi xwe de bi wan re çêdibin.”

Elham Omar Daboub bal kişand ku ji bo zarokên rastî qadên şer û karesattan tên piştvaniya civakê girîng e û got: “Ji bo bi zarokan re hestên serkêşî û aîdiyetê werin pêşxistin danîna diyalogê roleke giring dilîze. Ji bo travmayên li ser zarokan kêm bikin, girîngiya saziyên perwerde û saziyên civaka sivîl zêde ye. Divê zarok bi riya, guhdarîkirin, nîqaşkirin û bihêzkirinê werin tedawîkirin.”