Li Lîbyayê jin bi zimanê aştiyê jiyanê ji nû ve dihûnin
Jin bi biryar in ku li Lîbyayê bibin hêza pêşeng a aştiyê û di nava şer, pevçûn û felaketên xwezayî de, bi gelek pirsgirêkan re têdikoşin.
MUNA TOKA
Lîbya – Libya bi taybetî di van salên dawî de ji ber wêranbûna ji şerê navxweyî û karesatên xwezayî ketiye nava kaosê. Her çend ji ber şer û pevçûnên li welat hejmara tam nayê zanîn jî heta niha bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî koçber bûne. Hewldanên jinan ên ji bo jinûveavakirina jiyanê li Lîbyayê ku bêîstîqrariya siyasî lê didome, bi xurtî tê hîskirin. Jin her çiqas li hemberî bandorên wêranker ên şer û pevçûnan li ber xwe bidin jî di avakirina aştiyê de roleke sereke dilîzin. Hewldanên aştiyê yên jinan ji bo welat û cîhanê mînaka hêviyê ne.
Rola jinan di pêkanîna aştiyê de
Seroka Komeleya Melaîketên Rehmetê û Însiyatîfa Selam Xedîce Îsa yek ji jinên ku ji bo bidawîkirina nakokiyan û afirandina derfetên jiyana hevbeş gavên samîmî diavêje ye. Xedîce Îsa diyar kir ku jinan di avakirina aştiya li welat de keda girîng dane û ji ajansa me re got ku ev xebat bi berdewamî tên meşandin. Xedîce Îsa ku di wê baweriyê de ye jin dikarin bibin hêmana bingehîn a bidawîkirina pevçûnan, diyar kir ku ger ji malê heta kolanan û li hemû qadên jiyanê diyalog bê kirin dê pevçûn bi dawî bibin. Xedîce Îsa wiha gotinên xwe domand: “Aştî ji malê dest pê dike. Jin çiqas şiyar û jîr bin, wê ewqas serkeftî bin. Çiqas ew van nirxan ji zarok û malbata xwe re ragihînin, ewqas li ser tevahiya civakê bandorên erênî çêdikin. Divê her jineke Lîbyayî bibe mînaka xurtkirina diyalogan. Jin bingeha aştiyê di civakê de ne. Zanebûna jinan û nêrîna wan dikare nakokiyan bike derfeta danûstandin û fêmkirinê. Divê jin rola xwe biçûk nebînin ji ber dikarin civakeke bi ewle û wekhev ava bikin."
Însiyatîfa Aştiyê
Xedîce Îsa wiha behsa tecrubeya xwe kir: "Destpêkê gelekî zehmet bû. Bajarê me Sebha di nakokiyên domdar de jiyan dikir. Min rûxandina van nakokiyan baş didît. Min berpirsiyarî weke erkek dît. Min dest bi hewldanên takekesî kir ku ji bo welatiyan nêzî hev bikim û nakokiyên biçûk çareser bikim lê belê bi lezeke mezin kar bû însiyatîfeke berfireh. Di sala 2016'an de gelek nakokî di navbera Tewariq û Tebo de hebûn. Heta zarokan li dibistanan bi van nakokiyan bandor dibûn. Ji ber wê rewş tevlihevtir bû. Min dît ku divê çareserî divê giştî be. Me kar li ser destpêkirina projeyekê bi piştgiriya ji Meclisa Şaredariyê li Sebha û hejmarek ji aliyên navdewletî kir."
'Konê Teyrên Aştiyê' xala veguhestinê bû’
Xedîca Îsa ev yek jî anî ziman: "Konê Teyrên Aştiyê ji girîngtirîn gavên însiyatîfê bûn ji ber nûnerên êlên nakokî di nav wan de heye di hevdîtineke vekirî ji diyalogê re kom kirin. Armanca sereke pêkanîna lihevkirineke destpêkê li ser agirbestê û rawestandina nakokiyan bû. Vexwendin ne hêsan bû. Bi taybetî her aliyekî ji yê din gelekî tengav bû lê belê bi saya keda beşdaran em dikaribûn lihevkirina aştiyê îmze bikin. Vê tecrubeyê hişt ku her kes alîkariya hev bike bi taybetî jin gelek aktîf bûn."
‘Jinên Lîbyayî dikarin aştiyê di nava civaka xwe de pêk bînin’
Xedîce Îsa hêvî dike aştî bibe çandeke sereke di nav gelê Lîbyayê de û wiha bi dawî kir: “Kar li cem îmzekirina lihevkirina aştiyê ranaweste. bi riya çalakiyên civakî û hişyariyan divê em hîn zêdetir van nirxan xurt bikin. Jinên Lîbyayî îro ji her demê zêdetir amade ne ji bo van rolan bigrin ser xwe. Dikarin aştiyê li mala xwe û civaka we pêk bînin. Em jinên Lîbyayê hêz û îradeya me heye ji bo em pêşerojeke baştir ji nifşên li pêş re ava bikin."