Li Lîbyayê ji bo têkoşîna li hember tundiyê ked tê dayîn

Yekîtiya Jinan li Lîbyayê bi taybetî li bajarê Sebhayê, hewl dide ku li hember tundiya li dijî jinan a ku roj bi roj zêdetir dibe têbikoşe.

MUNA TOKA

Lîbya – Yekîtiya Jinan li Lîbyayê li bajarê Sebhayê bi taybetî dest bi pêngava cîhanî ya têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan kir. Pêngav di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de destpê kir û heta 10’ê kanûnê dewam dike. Berpirsa çalakî û programên Yekîtiya Jinan Emîra Nûrî behsa rêveçûna pêngavê kir.

Civînên hişyariyên zagonî û civakî

Emîra Nûrî got: "Armanca pêngavê ew e ku hişyariya ji dozên tundiya li dijî jinan û hişyarkirina wan ji bo têkoşîna li hember tundiyê bilind bike. Di nav pêngavê de çalakiyên cuda hene. Di nav van çalakiyan de civînên hişyariyê yên zagonî û civakî her wiha civînên piştgiriya derûnî ku alîkariya jinan dikin, danûstandinê bi tundiyê re bikin jî hene.”

Ji bo jinên rastî tundiyê tên piştgiriya qanûnî

Emîra Nûrî destnîşan kir ku bi derbasbûna salan re dîtîne ku pêwîstî bi pêşxistina  mijarên  ku ew pêşkêş dikin, heye. Emîra da zanîn ku di destpêkê de pêngava wan bal kişandiye ser pênasekirina jinan a bi cureyên tundiyê yên cuda yên dibe ku rastî wê werin yan jî bê hişê xwe pêk bînin. Emîra wiha got: “Çi di nav malbatên wan an jî civakên wan de. Paşê çalakiyên me berfireh bûn û di nav xwe de hişyariya bi zagonan girt nav xwe. Mîna zagona kar û rewşa kesayetî her wiha pêşkêşkirina piştgiriya qanûnî bo ji jinên ku tundî li wan tê kirin."

Destpêkê rastî berxwedaneke civakî hatin

Emîra Nûrî ragihand ku pêngava wan di nav xwe de koçber û penaberan jî dihewîne û  wiha domand: “Em hewl didin ku wan bi mafên wan hişyar bikin û ger rastî tundiyê hatin jî, xizmet ji wan re tên peydakirin. Ji bo derbaskirina mîna van helwestan em xwe dispêrin torên medya dîjîtal, ji bo civîn û çalakiyan belav bikin. Her wiha lîsteyên jinên sûd digrin jî, yên berê xwe didin navendê belav bikin. Di destpêkê de em li hember berxwedaneke civakî man, ji ber ku mijar cidî bû. Lê bi demê re qebûlkirin çêbû. Bi taybet piştî jinan dest bi sûdgirtina ji van civînan kirin, çi di têkiliyên malbatî de bin yan jî hişyariya wan bi mafên wan ên kar bin."

‘Jin girîngiya civînan nizanin’

Li aliyekî din Emîra behsa zehmetiyên li pêşberî pêngavê derdikevin kir û wiha got: "Edet û teqalîdên di civakê de têgeha tundiya li dijî jinan xurt dikin. Heta, eger dûrî telîmatên ol bin. Li kêleka vêya jî hin jin girîngiya amadebûna di mîna van civînan de nizanin heta ku tecrube dikin û sûdan bi xwe bibînin."

Her wiha teqezî li ser xizmetên navend pêşkêş dike kir ku di nav xwe de piştgiriya qanûnî û tenduristî û heta bi alîkariyên madî dihewîne û wiha got: "Em perwerdeyên bê pere jî pêşkêş dikin ji bo em karên jiyanî û rêveberiya karan pêş bixin. Armanca me xurtkirina jinan û kêmkirina tundiya li dijî wan e."

Armanca ji bo pêşerojê

Emîra Nûrî armanca xwe ya ji bo pêşerojê jî bi van gotinan anî ziman: “Tevî ku pêngav bi rengekî sereke û mezin balê dikşîne ser pêngava 16 rojên têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan jî, em di salê de bi giştî kar dikin. Em civînên hişyariyê û qanûnî lidar bixin. Armanca me, bilindkirina asta hişyariyê ji bo jinan û xurtkirina wê di rûbirûbûyîna li hember hemû zehmetiyan de ye."