‘Li Libyayê ji ber tunebûna ceza şîdeta li dijî jinan zêdetir dibe’
Henan Bocuhuca diyar kir ku li Libyayê bûyerên kuştina jinan zêde bûne, ji ber bêcezatiyê şîdeta li dijî jinan zêde bûye û bal kişand ser kêmasiya tedbîrên zagonî.
ÎBTÎSEM ÎXFÎR
Bingazî- Civaka baviksalar, di zêdebûna bûyerên kuştina jinan de roleke diyarker dilîze. Bûyerên kuştina jinan ên di demên dawî de êdî bûyerên şexsî nîn in, pirsgirêkek mezin a ku civak ji bo jinan, rolên wan û mafên wan nîşan dide diteyîsîne.
Seroka Rêxistina Newazî ya Pêşxistin û Lêkolînê Nawazî û pispora xebatên jinan Henan Bocuhuca, li ser zêdebûna bûyerên kuştina jinan li Libyayê ji ajansa me re nirxandin kir. Henan Bocuhuca li ser faktorên çandî û civakî yên ku şîdetê normal dikin, mercên zagonî û siyasî yên ku şîdetê ber bi kuştinê ve dibin axivî û bal kişand ku ji ber sedemên bingehîn tên paşçavkirin û bêcezatî didome, jin hem di qada giştî de hem jî di ya taybet de bêparastin dimînin.
‘Bûyerên kuştinê bi nîşandana hincetan tên meşrûkirin’
Henan Bocuhuca der barê nîqaşa li ser bûyerên kuştina jinan li Libyayê jî sekinî û bal kişand ku di civakê de şîdet her diçe zêdetir dibe. Henan Bocuhuca diyar kir ku bûyerên kuştina jinan her diçe zêdetir dibin û li hemberî vê gelek caran bertekên civakî tunene û wiha domand: “Di gelek rewşan de kesên ku di bin navê ‘namûsê’ de tên kuştin tên sûcdarkirin û bi gotinên; ‘tekez tiştek kiriye loma’ kuştin tê meşrûkirin. Vê hinceta civakî, li pêşiya cezakirina kiryar dibe astengî û şîdeta li hemberî jinan di nava civakê de dide pejirandin.”
‘Girtina çekan çarçoveya hêzê berfirehtir kir’
Henan Bocuhuca, diyar kir ku yek ji sedemên bingehîn ên belavbûna şîdetê, çanda serdest a li dijî jinan e û got: “Di gelek rewşan de jin neçar dimînin vegerin mala ku lê rastî şîdetê hatine. Ev nêzikahî di sala 2025’an de bû sedem ku zêdetirî 20 jin werin kuştin. Kêmasiya parastina zagonî ya ji bo jinan, pirsgirêkêk girantir dike lewre li gelek qereqolên polîsan ên ku giliyê şîdetê li wan hatiye kirin, bûyerên wiha weke ‘meseleyên malbatê’ tên dîtin. Zêdebûna çekan ji derveyî kontrola dewletê yan jî komên bi çek zêde bûne. Dixwazî li dijî jinên Libyayî dixwazî jî li dijî jinên koçber, ev yek faktora zêdebûna sûc e.”
Henan Bocuhuca diyar kir ku di mijara kuştina jinan de kujer bi ‘hinceta’ namûsê xwe diparêzin û axaftina xwe wiha domand: “Bi vê hincetê mirov tên kuştin lê mixabin van hincetan gelek caran li dijî jinan dubare dibin, mêr ji vê yekê muaf tên girtin. Vê nêzikahiyê bi tevahî encama fikra baviksalar e. Gotina dayîkê ya ‘mêrek tu car şaşiyê nake’ vê rewşê baş vedibêje. Di her mijarê de jin berpirsyar tê dîtin, ev çanda ku mîras maye mixabin didome. Em dibînin ji bo ku bav an jî kurê xwe memnûn bike, li keça xwe şîdetê dike. Jin an jî zaroka keç a rastî şîdetê tê, vê nêzikahiyê dipejirîne û bi gotinên; ‘belê min şaşî kir û ez ceza heq dikim’ wan mafdar derdixe.”
‘Divê li dijî şîdetê tedbîrên ku pêşî bigrin werin girtin’
Henan Bocuhuca bal kişand ku beriya ku şîdet bi kuştinê bi encam bibe, bi tedbîrên pêşîgirtinê re, mudaxeleya lezgîn a zagonî pêwist e û xwest ji bo jinên ku cihê lê bimînin tune ye, malên bi ewle werin avakirin. Haneen Bouchoucha wiha domand: “Gelek jin, ji ber ku alternatîfên ku xwe bi wan biparêzin tunene, di nava şîdetê de dimînin. Dema ku bi bêcezatiyê, kiryarên êrîşkaran bi hinceta ‘namûsê’ mafdar tên dîtin, hesta ku ev kiryar ji aliyê civakê ve tên pejirandin diafire û dibe di xirabûna rewşê de dibe faktora sereke. Tenê dema ku jin li dijî mêrek tiştek wisa dike, bi awayê pir giran tê cezakirin lê yê mêran ji heman tiştî cezayê wan tê kêmkirin. Ev cudakarî dibe sedem ku şîdet bidome û veguhere kuştinê.”
‘Tu hincet ji bo şîdetê tune ye!’
Henan Bocuhuca ragihand ku li Libyayê ji ber krîz û şeran, weke welatên ku şer û pevçûn li wan hene, rêjeya şîdetê zêde bûye û wiha berdewam kir: “Ez nêrîna ku şeran ji bo şîdeta hincet nîşan didin red dikim. Ez dixwazim balê bikşînim ser bûyerên kuştina bijîjka Iraqî Ban Ziad û bijîjka Libyayî Amanî Juha. Bi taybetî lêpirsînên li ser kuştina Amanî Juha pir bi êş û fikar in lewre dane nîşan didin ku di bûyere de dayîk, bav, bira, hevjîn heta xwişk jî hene. Vê rewşê nîşan dide ku tiliya hemû malbatê di kuştinê de heye loma divê ku sedemên vê yekê baş werin lêkolînkirin.”
‘Ji bo bidawîkirina şîdetê dive mirov li ser bingehên wê bisekine’
Henan Bucuhuca bal kişand ku divê bi psîkolojî û sosyolojiyê jî ji bo analîzkirina van bûyeran lekolîn werin kirin û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Lewre heta ku kokên vê mijarê neyên destgirtin dê şîdet bi dawî nebe. Ez bi taybetî dixwazim balê bikşînim ser mirina bi guman. Bûyerên ku bi gotinên; ‘dema çekê paqij dikir bi qeza gule lê ket’ ten binavkirin, li pêşiya ronîbûna sûcan dibin astengî. Dema ku mexdûr jinek be û îda were kirin ku gule bi ‘şaşî’ hatiye avêtin, di diyarkirin rastiya wê de rola tiba edlî krîtîk e. Em dikarin li ser buyera kuştina Khansaa Mujahid a li Trablûsê bisekinin; guleyên ku li ser û singê wê ketine, nîşan didin ku jin hatiye hedefgirtin. Divê der barê sedemên li pişt vî sûcî de pirs werin kirin: Gelo ji ber ku hevjîna siyasetmedarek bû? Femoneka medyaya dîjîtal a dihat naskirin? An jî ji ber ku di qada giştî de çalak bû? Di roja me de jin xwe di ewlehiyê de hîs nakin û dizanin ku dibe her dem bibin hedef.”
‘Divê ji bo parastinê kampanya werin lidarxistin’
Henan Bocuhuca diyar kir ku civak ji ber zêdebûna van sûcan di nava fikaran de ye û wiha got: “Lê xetera sereke ew e ku ev bûyer weke ‘bûyerên şexsî’ tên dîtin û dibin sedem ku tedbîr neyên girtin. Ev rewş jinên di qadên siyasî, civakî û saziyên mafên mirovan de dixebitin, heta rojnamegeran jî bêparastin dihêle. Li gorî lêkolînek ku ji aliyê Rêxistina Newazî ya Lêkolîn û Pêşxistinê ve hatiye kirin; jinên di qadên giştî de dixebitin, zêdetir rastî şîdeta dîjîtal tên. Ev rêje ji sedî 67 e. Gelek jin, balê dikşînin ku divê zagonek ji şîdetê biparêze bikeve meriyetê. Her wiha ji bo başkirina îmaja jinan di medyayê de, tabûyên têkildarî wan werin şikandin, rolên wan ên rast di civakê de bikevin plana pêş û ji bo parastina jinan divê kampanayên parastinê werin lidarxistin.”
‘Divê ji bo jinan malên bi ewle werin avakirin’
Henan Bucuhuca bang li Meclîsa Nûneran kir ku zagonên vekirî derxe û wiha bi dawî kir: “Ez bang li Meclîsa Nûneran dikim ku li dijî şîdetê tedbîran bigre û ji bo jinan malên bi ewle ava bike. Civak saziyên ku destekê didin jinan lê di bûyerên şîdet û kuştinê de li ba wan nîn e rexne dike lê divê were zanîn ku xebatên van saziyan di serî de ji ber sansür û çavkaniyên bi sînor, bi gelek faktoran tên astengkirin. Ji bo pêşîgirtina li vê rewşê divê hemû saziyên dewletê hevgirtî bin.”