Li Lîbyayê cilên gelêrî bi destên jinan tên çêkirin

Li Lîbyayê pîşekarên Kurd, bi ked û dizaynên xweşik ên ku navê wan li ser e derdikevin pêş û cil û bergên çanda Kurdî ango cilên gelêrî çêdikin. Van model û dîzaynên ku çêdikin ji aliyê gelek kesan ve tên ecibandin.

ÎBTÎSAM AXFÎR

Bîngazî- Jinên Lîbyayê, di çêkirina cil û bergên gelerî yên Kurdî û parastina wan de gelek serkeftî ne. Li Lubyayê cilên gelêrî yên ji hev xweşiktir bi aksesuarên zêr û zîv xweşik dikin. “Farmala Kurd” di kostumên jinên Lîbyayê de yek ji parçeyên herî girîng e.

Xwendekara beşa dîrokê Heba Halloum der barê li Libya hem ji bo mêr û hem jî ji bo jinan ‘farmaliya Kurdî’ ku kostumek geleriye digre dest teza xwe ya lisansa bilind amade dike. Heba Halloum wiha got: “Cilên gelerî yên jê re dibêjin farmala Kurd, di dawet, çalakiyên taybet de bi li berxwegirtinê derket holê. Sedemê dayîna vî navî li herêma Rojhilat di nîvê sedsala 17’an de ji aliyê Împaratoriya Osmaniyan ve Kurdên ku surgunî Libyayê kirine, şibandina cilên modeyên berê ya Farmala Kurd e. Li herêma Rojava dişibe farmaliyên ku ji aliyê mêran ve tên girtin, weke Farmaya Nswanî tê binavkirin.”

 Berê bişkojan herêmê nîşan dide

Heba Hlloum diyar kir ku farmaya Kurd çaketek bê dest e û wiha got: “Sing û piştê digre û dikeve bin zik. Di herdu aliyan de 5 di nav de bi bijkojên pêş tên xemilandin. Ev bişkoj di destpêkê de ji mercan û moriyan dihatin çêkirin û piştre jî ji zîv dihatin çêkirin. Lê belê niha ji ber şertên aborî ji metalên erzan tên çêkirin. Cihê wan di navbera herêmên Rojhilat û Rojava de cudahiyê dide nîşandan. Li herêma Rojava ji ber di bin cube de tê girtin, nêzî ser sing û nêzî hev tên bicihkirin. Li herêma Rojhilat berovajî ye.”

Cilên gelêrî careke din rastî eleqeyê hatin

Heba Halloum da zanîn ku Farmala Kurd bi nexşên cuda tê çêkirin û got: “Her yek li gorî xwe xwedî nexşên cuda ye. Du cureyên wê hene. Ji vana ya yekem di dema antîk de belav bûye. Bi zîv hatiye nexişandin. Rengên wê yên zîf, şîn hebû. Piştre reng tenê weke şîn û sor di nav de weke du rengan hat sînordarkirin û beşa wê ya di nav de bi qumaş hat astarkirin û farmaliya Kurd jinên Libyayê ne tenê bi cube, bi cilek din ê cuda jî dikarin bigrin, yek ji berhêmên hunerê ye. Her çendî hinekê hatibe îhmalkirin, em dikarin bibêjin careke din eleqe jê re çêbûye.”

'Parçeyek jêneger e’

Salima Al-Obeidî ya di hemû şêwazên folklara Lîbyayê de bûye pispor jî wiha got: “Hemû çand tên lihevkirin. Her perçeya ku li ser tê xebitandin, bi taybetî jî yên di kevneşopiyê de cureyek afirînerî heye. Lewre farmaliya Kurd bûye parçeyek girîng a cil û bergên jinên Lîbyayê yên jêneger. Di parastina cil û bergên kevneşop de rola girîng a jinan heye. Ji ber ve ez ji bo parastina mîrataya Lîbyayê bang dikim. Divê sêwirandina cil û bergên Lîbyayê bên teşwîqkirin û divê bi taybetî jî cil û bergên Kurdî yên beşek bingehîn a cil û bergên jinan ên kevnar û nûjen bên parastin."

Bi destên jinan ji nû ve ava dibe

 Salima Al-Obeidi, diyar kir ku Atolyeya Buhajar a ji bo endustriya cil û bergên jinan ên kevneşopî yên Lîbyayê ya li bajara Bingaziyê dixebite, yek ji atolyeyên herî kevnar e û wiha got: "Di qonaxa ewil a dirûtina cilek taxim a biçûk de kember tê xistin û piştre beşên din ên farmaya Kurdî tên zêdekirin û teşe digre. Li ser farmaliya Kurd a ji bo cilek taxim a mezin tê sêwirandin xêzkirin dest pê dike, li ser şikil tê xêzkirin û piştre tê nexşkirin. Jinan sêwirîna farmaliya Kurd bi pêş xistin lê ji qalibên mîrateya tê zanîn cuda nekirin. Jinên Lîbyayê yên ku di endustriya cil û bergên Lîbyayê de afirîner in, di vê mijarê de hîn zêdetir xwedî zanîn in.”