Li Lîbyayê bi ferzkirina hicabê azadî tê binpêkirin
Endama Komîteya Amadekirina Makezagonê ya Lîbyayê Nadia Omran got ku daxuyaniyên li ser ferzkirina hicabê, ji derveyî zagonê ne û dê nikaribin bixin meriyetê.
MONA TUKA
Lîbya – Li Lîbyayê Wezîrê Karên Hundir ê hikumeta demborî “yekitiya neteweyî” Îmad Trabelsî, bi hinceta ku di civaka Lîbyayê de “nirxên exlaqî ava bike” bang kir ku li cihên giştî hatina jin û mêran li ba hev were qedexekirin. Her wiha xwest ligel vê ‘polîsên exlaq’ werin peywirdarkirin, di platformên medyaya dîjîtal de mijarên ne guncaw werin şopandin û kafeyên ku servîsa nargîleyê dikin werin girtin. Van daxuyaniyan li Lîbyayê bûn sedema nîqaşên mezin.
‘Daxuyaniyên zagonî nîn in’
Têkildarî mijarê, şêwirmenda hiqûqê û endama Komîteya Amadekirina Makezagonê Nadia Omran, nêrînên xwe anî ziman. Nadia Omran, got ku daxuyaniyên Emad Trabelsî ji derveyî “pifokên medyayê” tiştek din nîn e lewre zagonî nîn in û ji ber vê yekê tenê daxuyaniyên ku têkiliya wan bi zagonê re tune ye û bandora wan nîn e.
Nadia Omran diyar kir ku girtina biryarên ne zagonî, dibe ku ji gelek aliyan ve sîrayet bike û ji derveyî cilên dibistanê an jî saziyên taybet, di rewşeke ku zagon rêziknameya ji bo hinek cilan diyar bike tiştek wiha nikare were kirin. Nadia Omran da zanîn ku heta li dijî pergala giştî û exlaqê civakê nebe, azadiya tevgerê û bijartina cilan, di bin temînatê de ne loma jî tedbîrên wiha tên wateya binpêkirina mafên mirovan.
‘Mafên makezagonî mafên mutleq in’
Nadia Omran, got ku mafên makezagonî, mafên mutleq in û ji derveyî di demên nexweşiyên şewbê de, qedexekirina tevgera mirovan nabe û got: “Ji derveyî rewşên taybet, nabe ku mirov werin astengkirin ger qedexe hebin jî divê xwe pispêrin hincetên zagonî û makezagonî yên diyarkirî. Heta ku prosedurên zagonî tunebin, pêkanîna qedexeyan dê pêşî li îtirazên zagonî veke û ev yek jixwe tê wateya binpêkirinê. Her wiha binpêkirinên exlaqî hebin jî, bûyerên wiha ne bi gotinan, li gorî zagona ceza divê hêzên ewlehiyê bikevin tevgerê. Heta ku welatî rêgezên exlaq binpê nekin divê jiyana xwe bi azadî bijîn.”
‘Qedexe derzagonî ne’
Nadia Omran li ser zordarî û bûyerên tacîzê yên li dijî jinên servekirî jî got: “Ev pirsgirêk ne bi qedexeyan, bi şiyarî, şêwirmendî, zêdekirina zanîna olî û tendirustiya derûnî dikare were çareserkirin.”
Nadia Omran bal kişand ku daxuyaniyên Emad Trablesî, dibe ku li ser civaka Lîbyayê bandoreke neyînî çêbike û aloziyên civakî zêdetir bike û wiha domand: “Destgirtina mijareke neyînî, nabe ku bi qedexeyên derzagonî be. Li cihê vê divê ku xebatên civakî û derûnî yên bi organîze werin kirin.”
‘Dê hikumet cesaret neke van biryarên têkiliya wan bi zagonê re nîn e bixe meriyetê’
Nadia Omran ku bi xwe endama Komîsyona Amadekirina Makezagonê ye, da zanîn ku peywira komîsyonê ew e ku maf û azadiyên di hevpeyvanên mafên mirovan ên navneteweyî û şerîeta îslamê de hatine teyîtkirin metnên makezagonî yên maf û azadiyê dixin bin temînatê amade bikin. Her wiha got ku heta li dijî zagonan nebe destûr hatiye dayîn ku kes, jiyana xwe ya taybet bi awayekî azad bijîn.
Nadia Omran di dawiya axaftina xwe de got ku dê hikumet cesaret neke van biryarên bi makezagonê re bi nakok in bixe meriyetê. Her wiha da zanîn ku di vê rewşê de rêxistinên mafên mirovan û kesên jê bi bandor bibin, dikarin serî li darazê bidin îtirazê biryarên tên girtin bikin.